Zilamê Kerr û Cîranê Wî Yê Nexweş *

Article

Ji zilamekî kerr ra gotin ku cîranê wî nexweşe.

Zilam di ber  xwe da weha got:

-Bi van guhên kerr ez ê xeberdana ciranê xwe yê nexweş çawa fehm bikim. Wekî din heger dengê wî ji ber nexweşîyê bi temamî hêdî bûbe ez ê çawa bikim? Lê belê lazim e ku ez wî ziyaret bikim. Wexta ez bibînim lêvê xwe leqand, ezê di ber xwe da hesabê gotinên wî bikim û ezê pê derxim ka çi gotîye. Ezê jê ra bêjim: “Ey hevalê min ê ku ketye nav derd û xeman!  Tu çawanî?” Ewê jî bersiva min bide û bêje: “Ez baş im, şukur ji Xweda ra.” Ez ê jê bipirsim ka tu çi dixwe û çi vedixwe?” Ewê jî bersiva min bide û ew ê bibêje: “Ez şorbeya nîskan vedixwim.”  Ezê wê gavê  jê ra bêjim:“Efîyet be!” Di pey da ezê jê bipirsim: “Kîjan hekîm te derman dike?” Ewê navê tebîbekî bide, bêje: “Filan hekîm min derman kirîye.” Li ser wê ezê jê ra bêjim:“Hatina wî siûda meriv vedike.Ger ew hatibe vê derê problem tune ye. Me jî ew tecrube kiribû, ew çûbe serdana kê meqsed hatîye cî.”                                                                                               

Zilamê ku guhên wî kerr bûn bi van gotinên ku li ba xwe berî çûyînê amade kiribû piştî demekê berê xwe da mala cîranê xwe yê nexweş da ku li halê wî bipirse.

Dema ku zilamê guhkerr ket hundir di navbera her duyan de axavtineke wisa derketi holê:

Zilamê guhkerr:

-  Tu çawanî?

Cîranê nexweş:

- Ez mirim, qedîyam.

Zilamê guhkerr:

            - Ox ox, pir baş e. Şukur ji Xweda ra!                         

Zilamê nexweş ji van bersivan  ‘aciz bû û hêrs bû. Di ber xwe da fikirî û got:

-Cîranê min xerabîya min dixwaze, bi halê min kêfa wî tê.              

Zilamê guhkerr dîsa ji cîranê xwe pirsî:

-Tu çi duxwî û veduxwî?

Nexweşê  ‘acis bûyî  bersiv da:

-Jehr û ziqqumê dixwum.”

Zilamê guhkerr, her wekî ku berê ji xwe ra tesawwur kiribû got:

-Eîfyet be!

Zilamê nexweş bi vê gotina dawî zêdetir aciz bû û dilê wî jê ma

Zilamê guhkerr jê pirsî:

-Ji bo dermankirinê kîjan hekîm tê dîtina te?           

Zilamê nexweş bi hêrs got:

-De here bi wur de lo! Ezrail tê.

Zilamê guhkerr:

- Pîyê wî gelek bi xêr e, kêfxweş bibe, şad bibe!

Zilamê guhkerr di fikrê xwe da wezifa xwe bi heqqî aniye cî û heqqê cîrantîyê pêk anîye, bi kêfxweşî ji ba cîranê xwe yê nexweş derket.

Ê nexweş jî weha digot:

-Min vî zilamî heta neha nasnekiriye. A rast, ew neyarê canê min bûye.

Gelek tiştên nebaş dihatin hişê wî û di fikra xwe da tesawuran çêdikir ku xeberek jê ra bişîne û dersa wî bidiyê.

Ji xwe ra digot: “Ew kûçikê dev gemmar, li kê derê ye ku ez bersiva wî bidimê. Ew çax ji ber nexweşînê nehat hişê min ku ez bersiva wî bidimê. Kêfa wî li vî halê min ê perîşan dihat.”

Ji ber qîyasa ku zilamê kerr kiribu dostanîya wan a ku berî vê deh salan dest pê kirinû qedîyabû.

Ê ku li ser rûyê ‘erdê cara yekemîn qiyas kir, Şeytan bû. Ew şeytanê le’în weha gotibû:” Bê şek agir ji axê bi qîmettir e. Ez ji agir, ew ji axê hatîye afirandin.” Xwedayê Teala jî weha got:”  Naxêr, serî ne esl û neseb e. A ku we di fezîletê da pêş bixe, teqwa we ye.”

*Qissetek ji Mesnewî

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.