TOXIMÊ BIN AXÊ

Article

Carek ji caran rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran. Li welatekî dûr, cotkarekî hebû. Ev cotkar, bi keda helal cotkarîyê dike, rizqê zar û zêçê xwe peyda dike. Cotkarî karekî kevn e, heta ji bavê me Hezretî Adem (as), ku însanê ewil e hatiye şandin ser rûyê dinyayê, dest pê kiriye. Ji wê rojê heta îro, cotkarî tu demî qîmeta xwe nexistiye. Însan ku ji axê hatiye afirandin, daîma girêdayîyê bi axê ye.

Evî cotkarî, di serê cotmehê de zadê xwe tov dike û li hêvîya rehma Xweda disekine. Hebê zad, dema dikevin bin axê, bi îradeya Xweda Te’ala, ax ji wan re dibe wek livînên germ. Wek doşek û lihêfê, hebê zad hemêz dike, di paşila xwe de wan diparêze. Heta toxim zîl dide, serê xwe ji bin axê derdixe û ‘emrê xwe temam dike… ev qonaxên jiyana genim tev girêdayîyê bi axê ne.

Yek ji hebên zad, dema germahî û kêfxweşîya bin axê dibîne, naxwaze derkeve ser axê. Ji xwe re dibêje:

-Cîyê min rehet û asayî ye, ne serma ye ne jî germ e, kêmasî di ked û xwarina min de tune ye. Ger ez ji bin axê derkevim, nizanim wê çi bê serê min. Ji lew, ez êdî dernakevim ser axê.

Dema di ber xwe de van gotinan dike, deng diçe kurmika hezarpê. Kurmik ji cîyê xwe radibe ser xwe û tê ba hebê zad. Piştî silav û halpirsînê, kurmik jê re dibêje:

-Hevalê min, qasekî berê te di ber xwe de xeber dida, biborîne, min li te guhdarî dikir. Tu dizane, xwedîyê te, te ji bona toxim hiland, te ne şand aş, nekir arvan. Divê tu jî, îsyankarî nekî, dema hevalên te zîl dan û xwe hilkişandin ser axê, divê tu jî bi wan re derkevî, li paş nemînî. Yan na tê li vê derê bîn bidî, genî bibî û heta xera bibî. Ji xwe ser axê jî, wekî ku tu difikire nîne. Ger tu wezîfê xwe bînî cîh, ewê xwedîyê te li ser axê jî te biparêze.

Şîretên kurmikê nakevin serê heba zad. Dîsa li gorî eqlê xwe dike. Roj û meh derbas dibin. Dema zîldan û derketina toximên bin axê tê, yeko yek hevalên heba zad, serên xwe ji qalikên xwe derdixin, bi fermana Rebbul ‘Alemîn berê xwe didin ser axê.

Heba zad, dinhêre ku hevalên wî jê diqetin û diçin. Dîsa jî naxwaze dev ji rihetîya bin axê berde. Xwe te’mî binê kevirekî giran dide. Ji bona derneketinê çiqas jî zorê dide xwe, dîsa qalikê wî diteqe û mecbûrê derketinê dibe. Lê belê ji ber ku xwe di bin kevir de asê kiriye, li paş hevalên xwe dimîne.

Piştî tu kes li der û dora wî namînin û qewet jê diçe, li xwe poşman dibe:

-Gerek  min li hevalên xwe guhdarî kiribûna. Kesek jî nema li dora min. Ka ezê ji kê alîkarî bixwazim? Lê go cûbirê birçî seh bike ku ez tenê mame. Ewê çi bîne serê min?

Xeberdanên heba zad, diçe guhên kurmika hezarpê. Tê ba wî û jê re dibêje:

-Te li şîretê min guhdarî kiribûna, niha tê jî bi hevalên xwe re, li derve bayî. Dengên wan tê te. Ji xwe re dikine fîke fîk. Bayê biharê bi wan re dileyîze, tav wan germ dike, barana rehmetê wan av dide. Ezê niha alîkarîya te bikim û te ji bin wî kevirî derxim. Lê bila di bîra te de be, li şîretên aqilmend û zanayan guhdarî bike.

Dema heba zad, bi alîkarîya kurmika hezarpê ji bin kevir derket, ew jî wekî hevalên xwe derkete ser axê. Li dora xwe nihêrt, her der ronî û şînayî, tava zer û rûken her derî germ kiriye, cûr bi cûr nebatat bi hevdû re dileyîzin. Careke din binê axê difikire û destê xwe bilind dike:

-Xwedayê mezin! Sed şukur ji te re ku te min, ji ew cîyê teng û tarî derxist.

Çîroka me çû dîyaran, rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran.

Di ser vê çîrokê de, me xwest em jî hinek bifikirin. Ev dinya ku bi me ew qas şîrîn tê, ger ku aqûbeta me bi xêr be, li gorî axretê ne tiştek e. 

Di debarê nivîskar de

Têhev

16

Gotar

Ê Berê SEROKTÎYA ÇEQEL
Ê Li Pey FERA ŞEKALÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.