ŞIVAN Û ŞIVANTÎ

Article

 

Şivantî bi qasî dîrok û tarîxa însanan kevnar e.

Şivantî ji bo însanan her wext bûye deriyê aboriyê. Şivantî her çi qas ji însanan re bûbe deriyê aboriyê jî gelekî bi zor û zahmet e.

Şivantî bi heywanan re têkiliyek û xebatek mezin e. Şivantî bi zor destxistina mal e. Şivantî xwêdana ‘eniyê ye.

Şivantî keda malbatê ye. Şivantî pêsîra ber devê zarokan e.

Şivantî ji bo şivanan him azadî ye, him jî koletî ye…

Seba çi şivantî ji bo şivanan azadî ye? Ji ber vê yekê azad in. Serê xwe li ber tu kesî natewînin. Li çolê weka teyran bi tena serê xwe dijîn. Bi keyfa dilê xwe digerin û bêhnê distînin. Çi wext bixwazin li derve ne, di bin rûyê ‘esman de bi serfîrazî li stêrkan dinêrin.

Dibe ku ew şivan bin. Tu derê nabînin û tu derê de naçin. Lê digel vê yekê ew ji gelek kesan azadtir in. Ew ji wan kesên ku di zîndanan dene azadtir in. Ew ji kesên li bajaran bêhnê nastinin gelekî azad in. Ew di nava dîwaran de nehatine hefskirin. Ew di nav qelebalixiyê de nehatinin hefskirin. Ew bi vî awayî her tim azad in.

Gelo seba çi kolen in?

Jiyan û heyata şivanan bi keriyê pez re derbas dibe. Ji şivanan pêvetir tiştekî nabînin. Car caran şev û roj şivantiyê dikin. Bi rastî şivan koleyên xwe ne. Koleyên nezanîbûna xwe ne. 

Her çi qas tûrik di hustuyê şivanan de be jî, her çi qas şivan di nav kulavan de di bin baran û şiliyê de bin jî, bi keyfxweşiya dilê xwe li cem pez dimînin. Hezkirina ji pez û heywanan berdêlê her tiştî ye.

Li deşt û zozan di nav çêre û şênkayê de pezên xwe diçêrînin. Di nav gul û kulîlkan de car caran dukusîn in. Zarok jî di nav karik û berxikan de ji xwe re dilîzin. Berîvan jî di bêriyan de pez didoşin.

Şivan her wext û dem li gor keyfa dilê xwe dijîn. Şivan li çolê çaya bi êzingan çêdikin û bi keyfa dilên xwe vedixin. Belê meriv dikare qal û behsa gelek tiştên şivantiyê bikin.

Gelek kes xweziyê li şivantiyê tîne, lê nakeve destên wan. Gelek kes dixwazin weka şivanan azad û serfîraz bin lê ev yek bi destên wan nakeve. Weka me di serî de jî got ku şivan him azad in û him jî kole ne. Her çi qas kole bin jî koleyê nezanîbûna xwe ne. Ne koleyên tu kesîn e.

Xwezî ji wan kesên ku her daîm ji bo azadî û serfiraziyê têkoşîna heyat û jiyanê didin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê CIWANTÎ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.