Keyf û Şahîya Îdan

Article

 

                 Ey rojîvan!  Te bi girtina rojîyê di serêserî da eviya diyar kir ku ez li hember emrê Xweda ‘evd û koleyek bê ad û eman im.

                 Lê te bi saya rojîyê bi dûnyayê da nîşandan ku sırf tu yî mêr û mêrxwasê heqîqî. Lewra qeyd û zincîrê xwarin û vexwarin û şehwetê, ku gelek însana kiribûn ‘evd û kole; te bi şûrê rojîyê şikand û hûr hûr kir. Ti çi azadperestekî bê ad û emanî ey kole û 'evdê Xwedê.

      A ji ber vîya dibêm sibeha te bi xêr îda te pîroz be. Îro îd e... Xwarin û vexwarin û kêf heqqê te, li te helal be wek şîrê dîya te.

                    Ey rojîvan, ey destgîr û hevalê jar û ketîyan! Te bi dayîna fitr û zikat û sedeqê ku di vê mehê da da; te wan kesên kû di qesra da dijîn û sirf edebiyata heqê ketîya dikin û nadin feqiran û her ji wan dixwun şermezar kir; te perda ser rûyê wan derewvanan rakir, wan bi xelqê aşikar kir. A loma dibim sibeha te bi xêr îda te bimbarek. Îro ‘îd e... Xwarin û vexwarin û kêf heqqê te; wek şîrê dîya te,  helal be li te.

                  Ey rojîvan! Te çerxa jiyana rojane vegûhart, rengek cûda li anîya wê xist. Te bi dersa rojîyê, giranqedrîya nî'metê Xweda yek bi yek dît, teqdîr kir; da serserê xwe û paçî kir. Ti bi vê dîtinê, êdî sermest û coş î. Rojîya te rengê biharê da royê, mehê, salê û temamê jiyanê. Ey rojîvan, ey sekanê bajêrê rojîyê! Xwezî bi te, xweş bi halê te! Li bajêrê te, tevekî şivak vedibin li biharê, salek dozdeh.

     Siba te bi xêr, îda te bimbarek! Bixwo, vexwo û kêf ke; ev kêf, kêfa keda destê te...

    Ka em piçekî jî li ser zimanê Mewlana Celaleddînê Romî go bidin dersa rojîyê, ka çi ders dide mirovatîyê.

Mewlana dibê:

Zikat dibê çi?

Dibê wî malê xwe da xelqê, wê çewa bixwe malê xelqê.

Rojî dibê çi?

Dibê, ‘helala nexwar wî; çewa bixwo herama wê.

 Ey rojîgir ey rojîvan!

                Piştî evqas te'lîm û dersan em gihaştin gûlanê, meha gûla; Bihar dibare ser me da. Îro îd e... Dibêy qey ne li e'rdê tenê, li nêz û dûr li temamî tebeqên asîmana gûl û kûlîlk vekirine, li perperê asîmanan nêrgiz û binefş daleqandîne.

Ey rojîvan! Evana tev diyarîyê Xweda ne bi taybetî ji te ra. Pêşîyan gotîye “Destê reht li ser dilê rihet.” Ti bi rojîyê piçekî reht bû yî, betilî; lê ketî nava gola rihetîyê. Di wê behrê da bixwo, vexwo, kêf ke. Îro îd e... Bi paçîkirina destê dê û bavan û bi paçîkirin û sermizdana piçûkan vê kêfê sertaç ke, mezin ke û li dor xwe  bela ke. Evana tev destmiza teya li vî alî ne. Îja ji xwe ê li wî alîne... Oooowoo! Ne ti bipirse ne jî ez bêjim, salixê wan nayin ber ziman.

 Îro îd e... Li derva cejna îdê destpê kir, herkes çûn îdanîya hev em tenê man li vê derê. Jiber ez jî bigîjim cejnê, mecbûr mam mesela xwe kurteser kim; lê ji can û dil dibêm:

Ey rojîvan ey temamê alema îslam! Sibeha we bi xêr, îda wê bimbarek. Xwarin û vexwarin û kêf heqqê we; ‘helal bin li we, wek şîrê dîya we.

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê ÇAVBIRÇÎTÎ Û AQÛBET- 2
Ê Li Pey MA QEY FEQÎR QELÎYABÛN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.