Sibeha Te Bi Xêr Îda Te Bimbarek

Article

 

                 Ey rojîvan!  Te bi girtina rojîyê di serêserî da eviya diyar kir ku ez li hember emrê Xweda ‘evd û koleyek bê ad û eman im.

                 Lê te bi saya rojîyê bi dûnyayê da nîşandan ku tu mêr î, mêrxwas î, heq î. Lewra qeyd û zincîrê xwarin û vexwarin û şehwetê ku gelek însanan kirine ‘evd û kol e, te bi şurê rojîyê şikand û hûr hûr kir. Tu çi azadperestekî bê ad û emanî ey kole û e'vdê Xwedê. A ji ber wî ye dibêm sibeha te bi xêr îda te pîroz be. Îro îd e. Xwarin û vexwarin û kêf heqqê te ye, li te helal bin weka şîrê dîya te.

                    Ey rojîvan, ey destgîr û hevalê jar û ketîyan! Te bi dayîna fitr û zekat û sedeqê ku di vê mehê da da; te wan kesên kû di qesra da dijîn û sirf edebiyata heqê ketîya dikin û nadin feqiran û her ji wan dixwûn şermezar kir; te perda ser rûyê wan derewvanan rakir, wan bi xelqê aşikar kir. A loma dibim sibeha te bi xêr îda te bimbarek. Îro ‘îd e, xwarin û vexwarin û kêf heqqê teye, wek şîrê dîya te li te helal be.

                  Ey rojîvan! Te çerxa jiyana rojane vegûhart, rengeke cûda li anîya wê xist. Te bi dersa rojîyê giranqedrîya dayîn û nî'metê Xweda yek bi yek dît, teqdîr kir da serserê xwe û paçî kir. Tu bi vê dîtinê, êdî sermest û coş î. Rojîya te rengê biharê da royê, da mehê salê û da temamê jiyanê. Ey rojîvan, ey sekanê bajêrê rojîyê! Xwezî bi te, xweş bi halê te! Li bajêrê te, tevekî şivak vedibin li biharê, salek dozdeh meh! Siba te bi xêr, îda te bimbarek! Bixwe û vexwe û kêf bike; ev kêf kêfa keda destê te ye.

    Ka em piçekî jî li ser zimanê Mewlana Celaleddînê Romî go bidin dersa rojîyê, ka çi ders dide mirovatîyê.

Mewlana dibêje:

-Zikat dibêje çi?

-Dibêje wî malê xwe da xelqê, wê çewa bixwe malê xelqê

-Rojî dibêje çi?

-Dibêje wî malê helal di halê rojîtîyê de nexwar, ew ê  çewa bixwe malê heram.

 Ey rojîgir ey rojîvan!

                Piştî evqas te'lîm û dersan em gihaştin gûlana meha gûlan, bihar dibare ser me da, îro îd e. Dibêy qey ne li e'rdê tenê, li nêz û dûr li temamî tebeqeyên asîmana gûl û kûlîlk vekirine, li perperê asîmanan nêrgiz û binefş daleqandîne.

Ey rojîvan! Evana tev diyarîyê Xweda ne baxûsus ji te ra. Pêşîyan gotîye “Destê reht li ser dilê rihet.” Tu bi rojîyê piçekî reht bû yî, betilî; lê ketî nava gola rihetîyê. Di wê behrê da bixwe, vexwe, kêf bike. Îro îd e... Bi paçîkirina destê dê û bavan û bi paçîkirin û sermizdana piçûkan vê kêfê sertaç bike, mezin bike û li dor xwe  bela bike. Evana tev destmiza te ya û li vî alî ne. Îja ji xwe ê li wî alîne... Oooowoo! Ne ti bipirse ne jî ez bêjim, salixa wan qet nay ber ziman.

 Îro îd e. Li derva cejna îdê destpê kir, herkes çû îdanîya hev em man li vê derê. Jiber ez jî bigîjim cejnê, mecbur mam mesela xwe û kurteser bikim, lê ji can û dil dibêm ey rojîvan ey temamê alema îslam! Sibeha we bi xêr, îda wê bimbarek be. Xwarin û vexwarin û kêf û şahî heqqê we ye û ev tev helal be li we, wek şîrê diya we.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.