Dengê Xezze

Article

 

Cil û bergên rengîn amade kiribûn zarokên me

Lewra nêz bûbû ‘îd û kêfxweşî

 

Dibêjin ‘îde, ‘Îda Remezanêye

Ne kêfek dibînim, ne şahîyek li der û dorê xwe

 

Dibêjin ‘îde

Qîre wîra zarokên me, ne ji kêf û şahiyê ye

‘Îd, îda we ye gelî muslumanên cîhanê

Ne ‘îda me ye

 

Dengê tê ji kolanên me

Ne dengê pîrozbahîya ‘îdê ye

Hewar û gazî dikin dayîkên me

Ka hun li kuderê ne

 

 

Ezim, dayîka Filistînî

Beroşa keda min vala ye, na kele

Hêvî dikin zarokên me, hêvîya kedê

Lê min barê ummetê hilgirtîye

Çi bêjim,  çavê Qudsa pîroz li rêya min e

‘De rabe dayê, ne roja kedê ye îro’

 

 

Ezim, zarokê Filistînî

‘Emrê min hê şeş sale

Li kolanên xwe, bi hevalên xwe re

Min dest bi lîstokê kir

Dengê dayîka min di guhê min de:

‘Berxê min, xwe kar ke

Ne roja lîstokê ye îro

Qudus li benda me ye’

 

 

Ezim, keça Filistînî

Min xwe xemiland, bi ‘eşqa Qudsê

Xebera şehadeta bavê min hat

Belê ne wextê şînê ye

Min bi hêstiran çavê xwe kil kir

Di destê min de, Ala Filistîn

Kevirê tûj û kevkevan…

Bijî berxwedan…

 

 

Gelo ka em li kuderê ne

Dengê tê ji Xezze, guh li me ker kir

Qêrîna Eqsa yê, derket ‘esîmana

 

Ma em ne birayê hev bûn

Ma em ne wekîlê hev bûn

Qey biratî tenê bi dev e.

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

16

Gotar

Ê Berê FERA ŞEKALÊ
Ê Li Pey Bizmarê Teşîyê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.