Ezîzê Tewbedar û Êhlê Xweda û Munevver

Article

Min didî însanekî Ezîz û jîr û wêrek, radihêle sîleha xwe û bi cehaletî êrişê dide li ser birayekî xwe û dikuje. Belê kesek vê bûyerê nabîne û nizane kî ew zilam kuştiye. Zemanekî dirêj derbas dibe. Ev zilamê ku qetil kirî, ji vê kiryarê poşman dibe. Û dere cem yekî Ehlê Xweda û Munewwer, li ber çoka wî rûdine û tewbeyekî nesoh dike, ji tevê nebaşiyan vedigere. Ji wê rojê pêde yek carê destê xwe ji tevê nebaşiyan dikêşe û daîm di sohbeta vî kesê Ehlê Xweda û Munewwer de rûdine û guhdarî pend û şîretên wî dike. Ji wê rojê pêde li kê te'de kiribe dere ji teva helaliyê dixwaze. Kesên ku heqê wan xwariye, heqê wan dide û ji wan helaliyê dixwaze. Belê bi ti awayî dilê wî rahet nabe. Lewra sitîyê wî de gunehekî mezin heye û dizane cezayê qetlê ezabekî giran e. Belê vê jî dizane; bi qisasê dibe ku ji vî cezayî xelas bibe. Roj û şev derbas dibe, belê ev zilamê Ezîz, xwe daîm di ezabê de dibîne. Her û daîm ezabê wijdanê dikişîne. Ne roj û ne jî şev tu carî nikare xwe ji vî ezabî xelas bike. Kûr kûr difikire, dibê gelo ezê çawa xwe ji vî ezabî xelas bikim...

Şevekê biryar dide û kefenê xwe têxe çelteyê xwe û bi dizîkî ji herkesî bê xeber diçe mala meqtûlî. Ji wan re dibêje zilamê we min kuştiye, belê xweziya di bedêl wî de ez hatibama kuştin. Eva ez hatime û min kefenê xwe jî aniye. Kesek jî bi min nizane ku ez hatime li vê derê. Aha hûn jî min qisas bikin û min veşêrin. Belkî bi vî awayî ez ji vî ezabî xelas bibim. 
Xwediyên meqtûlî her çiqasî dilê wan şewitî be û ji vî zilamê Ezîz, bixwaze întîqam û heyfê hilde jî, belê bi vê kiryara zilamê Ezîz dilê wan nerm dibe û wiha dibêjinê. Bi kuştina te dibe ku hinekî dilê me hênik bibe, belê zilamê me paşde nayê. Û em jî eşîrin, însanin û însanetiyê dizanin. Madem tu hatî mala me û dibêjî min qisas bikin. Vêca em te efû dikin û didine xatirê wî kesê Ehlê Xwedê û Munewwer. Ew kesê ku tu bi sohbet û nesîhetên wî poşman bûyî û dixwazî xwe bidî helal kirin. Di riya Xwedê de em jî te helal dikin û efû dikin û didine xatirê wî kesê ehlê Xwedê û Munewwer. Înşallah Xwedê jî te efû bike û li te bibore.
Vêca paş vê bûyerê min jî xwest ez jî herim li cem wî kesê Ehlê Xwedê û Munewwer, destê wî bigirim û ez jî weka vî zilamê Ezîz tewbeyekî nesoh bikim. Bi vê minasebetê ez destnimêj dişûm dixwazim rabim herim. Belê bi dengê banga sibehê şiyar dibim.
Ji xwe ez dizanim ewê Ehlê Xwedê û Munewwer, li hespekî sipî siwar bûye û ji vî dîyarî çûye...
 
Nîşe: ev bûyer xewn nîne serpêhatiyeke raste. Ez bi xwe xwediyê vê bûyerê nas dikim û niha jî li heyatê ye. Bi jiyaneke derwêşî dijî...

Di debarê nivîskar de

Têhev

22

Gotar

Ê Berê KÛVÎ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.