Li Ser Sê Sitranên Ku Bi Şêxên Hîzanê Ve ‘Eleqedar In

Article

 RÊZENİVÎSEK Lİ SER HİNEK SİTRANÊN NÊZDÎROKA ME 25 (TEW DİNYA YÊ)

            Lİ SER SÊ SITRANÊN KU BI ŞÊXÊN HÎZANÊ VE ‘ELEQEDAR IN

Gelî Xwendevanên Delal! Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide; em dê di vê beşa rêzenivîsa xwe ya bi navê “Tew Dinya” de xwe berdin Geliyê Bedlîsê û behsa çend mezlûman bikin ku di derbarê wan de agahî gelek kêm in. Ê ku hene jî wan tawanbar dikin û wek kesên şeqî û baxî didin naskirin. Bes em bi saya van sitranan û agahîyên devkî yên ku di nav gel de diğerin fêr dibin ku ev kes ne şeqî, ne jî baxî ne, tenê mezlûm û mexdûrê terora Jontirka ne.

Em baş dizanin ku li Kurdistanê di warê perwerdehî û te’lîma ‘ilmê de medrese xwedî roleke muhîm in. Di warê xwedîlêderketina li medersa de jî malbatên seyyîda bi awayeke aşîkar derdikevin pêş. Gelek medreseyên Kurdistanê bi sponsorî û pêşîvanîya seyîdan ji ‘ilm û ‘irfenê re xizmet kirine. Medresa Ğeydayê jî yek ji wan medresa ye ku li Kurdistana Bakûr di herêma Hîzanê de ji ‘ilm û ‘irfanê re xizmetkiriye.

Herwekî ku tê zanîn Seyîd Sibğetullahê Erwasî di dawîya sedsala hijdehemîna miladî de jiyaye û wek damezrînerê Medersa Ğeyda di nav gel de hatiye naskirin. Dîsa Seyîd Sibğetûllah wek wekîlê Şex ‘Ubeydullahê Nehrî li Kurdistanê bo pêşdebirina terîqa Nexeşebendîya Xalidî xebitiye. Ğeyr ji Ğeyda li gelek herêmên Kurdistanê wekîlên Seyîd Sibğetullah gelek medrese vekirine û ji ‘ilmê re xizmet kirine.

Dîsa hêja ye ku em bêjin Herêma Hîzanê digel Gundê Ğeyda di nav gel de wek hêlîna rabûna ‘ulema, şair û ‘alimên mutesewif tê zanîn. Kesên wek Feqîyê Teyran, Selîmê Hîzanî, Mele Xelîl, Şêx Muhemmed Diyauddîn, Se’îd Nursî, Mele Selîmê Dimilî, Şêx Fethullahê Werqanisî, Şêx Ebdurehmanê Taxî, Şêx Xalidê Şêrwanî ji wan kesan çend kesên muhîm in ku ji serkanîya hewza Hîzanê ava ‘ilmê vexwarine. Ji ber vê yekê ye ku ev herêm gelek caran bûye merkeza dijraberîya li dij hereketên îlhadî.

Her wekî ku tê zanîn piştî ku Împeretora Osmanî berê xwe ber bi hilweşînê ve vedigerîne di nav rewşenbîrên Osmanî de hereketek bi navê Îttîhat û Teraqî[1] peyda dibe. Damezrînerê vê hereketa ku bi navê Jontirkan tên zanîn hem zîhnen hem jî di pratika xwe de ğerbperest in û xelasîya Osmanîyan; terka dîn jî daxil di teqlîda xerbê de dibînin. Loma diçin li Ewrûpa nexasim li Parîs perwede dibin, di jiyana xwe de bi temmamî milletê Ewrûpa nexasim ekola Firansa teqlîd dikin. Gelek ji wan kesan tiryaqkêş û reqîxwirin. Ji vê ekolê wesyeta Xelîl paşa ew e ku meqbera wî bi ava araqê bêşûştin.

Hereketa Îttîhad û Teraqî bi alîkarîya dewletên ğerbî di demeke Kurt de bi ser dikevin û di nav seraya Osmanîyan de cîhên herî muhîm wek meqam peyda dikin. Piştî ku meqamên qewî dikeve destê wan ji hed zêde ehmemmîyetê didin gelên kêmnetew ê wek; Fille, Cihû, Bulğar, Ermen û… hwd yên ğeyrî Muslîm. Ew bi xwe jî jiyaneke ğeyrî Îslamî dipejirînin û dixwazin ku gel jî wek wan bijî. Bi vê niyetê memûrên ku ji teref wan ve bi bal Kurdistanê ve wek îdarevan tên şandin bi giranî xwedî exlaqek ğeyrî Îslamî ne.

Memûrên ku wek îdarevan bi bal Kurdistanê ve tên şandin ji alîkî ve di nav gel de bi awayeke aşîkar araqê vedixwin, bi meğrûrî û pozbilindî hereket dikin, cirmekî giran ji milletê distînin, ji aliyê din ve jî têkiliyên xwe bi kêmnetewên ğeyrî Muslîm ê wek Ermen ve xurt dikin. Nîhayet di sala 1914ê miladî bi zora Firansa, Îngîltere û Ûris bi navê “Peymana Yenîkoy” peymanek pêk hat ku di vê peymanê de serdestîya herêma Kurdistanê di bin navê “Şerq İslehet Pilanî”  de raberî Ermenan kirin. Loma milletê Kurd nexasim ağa, beg û şêxan dilnexwaziya xwe ji vî pilanî re nişan dan ku Şêxên Hîzanê ji ji wan şêxan bûn.

Şêxên Hîzanê hem muxalefeta memûran dikirin; hem muxalefeta cirma ku wek cirma pez, dewar, fêkî û… hwd ji wan dihatxwestin dikirin. Lewra heta wê demê ji ber ku seyîd ji cirmê muaf bûn cirm nedidan, lê nuha cirmeke mezin ji wan dihat xwestin ku ji quweta wan der bû. Ev hereket jî li zora wan diçû.

Di sala 1914ê miladî de Muderrîsê Medresa Ğeyda Mele Selîmê Dimilî bû. Mela Selîm wek xelîfê Şêx Şabedîn di medresa Ğeyda de muderrîstî dikir. Gelek feqî û mela ji vê medresê radibûn. Lê muşkilek di van salan de peyda bûbû ew jî di vê herêmê de serdestîya kêmnetewên ğeyrî muslîmê Ermen bû.

Gel ji xwe di bin zulma Jontirk û Ermenan de naçar mabû bi serda jî cirmek ji hed zêdetir ji gelê herêmê dihat xwestin. Ji ber vê yekê hem Şêx Şabedîn hem jî Mela Selîm dijberîya vê siyasetê dikirin.

Mela Selîm û Şêx Şabedîn car caran qasidên xwe bo mezinên herêmê ê wek mela, şêx, ağa û began re dişandin da ku hereketekî dijraber li herêmê organîza bikin. Bes giranîya mezinên herêmê alîkarîya wan nedikirin. Hetta hinekên ji wan di eleyhîyê wan de kar dikirin.

Şêx, ağa û begê Kurdan bo ku sitatuya wan nekeve talûkê alîkarîya Mela Selîm û Şêx Şabedîn nedikirin. Mela jî ji ber ku artêşa Osmanî û dewleta Osmanî wek temsîlkarê alema Îslamê dihesibandin dijraberîyek wek serhildanê caîz nedidêrandin. Ji ber vê yekê bû dema ku teklîfa serhildanê li Se’îdê Kurdî tê kirin Seîdê Kurdî dibêje “Nebaşîyên ğeyrî îslamî û îlhada hinek leşkeran wan ‘eleqedar dike. Di nav artêşa Osmanîyan de belkî bi sed hezaran ewlîya hene. Şûrkişandina li vê Artêşê ne caîz e û ez şûr li vê artêşê nakşînim” Eger rîwayeta hinek Nûrcîyan rast be Se’îdê Kurdî bo ku ev hereket bi ser nekeve ğeyret kiriye. Ji ber ku li gorî ehlê sûnnetê serhildana daxilî caîz nehatiye hesibandin li gorî zenna me îhtîmala mezin ew e ku ev rîwayeta hinek Nûrcîyan rast e. Lê dîsa jî Elllahû ‘âlem.

Ji ber ku di Merkeza Osmanîyan de Jontirk ji vê hereketê agahdar bûn dixwestin ku di demeke kurt de rê li ber hereketa Şêx Şabedîn û Mela Selîm bigrin, nehêlin ku ew bi ser bikevin. Bi vê niyetê Jontirkan ewil xwestine ku Mela Selîm û Şêx Şabedîn bigrin bibin li bajarê Bedlîsê di bin qontrola xwe de dertest bikin. Loma walîyê Bedlîsê ê wê demê digel qaymeqamê Hîzanê hinek leşkeran dişînîn da ku Mela Selîm bigrin bibin Bedlîsê. Lê di vê hereketa xwe de bi ser nakevin. Lewra gel êrîşî leşkeran dike û Mela Selîm ji destê leşkeran xelas dike. Di encama vê êrîşê de çend heb ziftî (cendirme) birîndar dibin. Walîyê Bedlîsê ê wê demê dinhêre ku îş lewitî; xezûrê Mela Selîm ê bi navê Şêx Nesreddînê Qadirî, Şêx Ebdulxaliqê Kufrewî digel deh eşrafên herêmê wek qasid heyetek diçine ba Mela Selîm da ku bi awayeke sulhane wan bigrin û bînin Bedlîsê. Di rê de Seyîd ‘Elî jî daxilî karwan dibe. Seyyîd ‘Elî bi xwe jî ji netîca vê teşebbusê ditirse. Loma dixebite da ku Mela Selîm ji fikra serhildanê vegerîne.

Piştî ku Mela Selîm û Seyîd ‘Elî tên Merkeza Bedlîsê di nav gel de şayî’ayek tê belavkirin ku Seyîd ‘Elî hatiye îdamkirin, Mela Selîm jî li ber îdamê ye. Di vê hengâme de nameyeke tehdîtwarî li Ser Navê şêx Şabedin ji walî re tê şandin. Welhasil ji alîkî ve heyecan û galeyana gel ji aliyê din ve ğurûr, kibr û provaqasyona îdarevanan dibe sebebê serhildaneke mehdûd. Di herêma Bedlîsê de di erdnîgarîyeke mu‘eyyen de serhildana Mela Selîm li dar dikeve. Hêja ye ku em bejin di warê provaqasyon û sûîîxbara bo Stenbolê de Tehsîn Begê Walîyê Wanê ê wê demê roleke taybet bikar aniye.

Piştî ku serhildan li dar dikeve di demeke kurt de heskiroxên Mela Selîm li Gundê Kaniya Ziwa bi tabûrek leşkerê hukumeta Osmanî re dikevin şer. Di demeke kurt de leşkerê Osmanîyan dişkên û vedikşin. Paşê du tabûr ziftî digel gelek sîlahên giranê Osmanî diçin ser leşkerên Mela Selîm. Leşkerên Osmanîyan bi rêk û pêk, çekdar û xwedî nîzaameke kamil bûn, ê Mela Selîm ji murîd, muhibên şêx pêk dihat û hîç tecrubeyeke wana leşkeri tunebû. Di encama şer de leşkerên Mela Selîm şikestin.

Piştî ku leşkerên Mela Selîm dişkên Şêx Şabedîn teslîm dibe, Mela Selîm jî xwe dispêra Konsolosa ‘Urisa a Bedlîsê.

Diyare ku ji mêj ve siyaseta Uris li ser bikaranîn û menfî’etê ye. Ji lew dewleta Uris di destpêkê de bo menfî’eta xwe li dij Osmanîyan digel Ermenan xwestiye ku ji hêza Kurdan jî îstîfade bike. Bo vê siyasetê nexasim ji konsolosên xwe îstîfade kiriye. Lê ji ber ku Kurd Musluman bûn Urisan zêde pişta xwe nedan Kurdan û têkiliyên xwe bi Osmanîyan re xurt kirin. Nîhayet wextê ku rişwetek zêdetir ji Osmaniyan wergirtin rabûn konsolosê xwe girtin ji Bedlîsê vekişiyan.  Mele Selîm li Bedlîsê ket destê hêzên Osmanî.

Di encama vê serhildanê de piştî ku serhildan têk diçe li Bedlîsê Mehhkema Dîwan-i Herb tê damezranin. Bi biryara mehkemeyeke “xwedêgiravî” Seyîd ‘Elî, Şêx Şabedîn û Mela Selîm di gel çend kesên dî li Bedlîsê bi emrê Jontirkan tên îdamkirin, sed û pêncî malen sereke jî sirgûn dibin. Piştî vê bûyerê li herêma Bedlîsê zulmeke mezin li ser gel pêk tê. Ji ber vê yekê ye ku gelek sitran û qesîde li ser vê bûyerê hatin hûnandin. 

Digel îddîaya nijadperestên Kurd tu eleqeyek serhildana Mela Selîm û hereketên netewî nîne. Ev serhildan bi hîssîyatên dînî û xalîsane lê bi awayeke spontane pêk hatiye. Jontirkan jî bo meşrûîyeta zulma xwe ev bûyer bikaranîne û di herêma Bedlîsê de zulmeke mezin kirine. Dîsa hêja ye ku  em bêjin wek Şêx Necmeddînê Efendîzade, Şêx Ebdulbaqîyê Kufrewî, Şêx ‘Elaeddînê Şêxfethullahê Efendîzade, Şêx Ziyaeddîn Efendîyê Norşînî û … hwd gelek ekabirên Kurd alîkariya vê serhildanê nekirine, bîl‘ekis zimnen piştgiriya Osmanîyan kirine. Ji ber ku sînorê vê nivîsê mehdûd e em nikarin bi berfirehî behsa vê buyerê bikin lê xwendevanên kovara me dikarin ji arşîvên Osmanî, “Kovara Jîn” û malpera Bîtlîsnameyê[2] agahîyên berfireh werbigrin.

Berya serhildana Bedlîsê Şêx Celaleddînê lawê Ğewsê Hîzanê di salên 1877-1878ê miladî de digel murîdên xwe diçe herba Ûris û bi ğeyreteke mezin li dij Ûris şer dike. Leşkerên Şêx Celaleddînê Erwasî di herbê de zora Ûris dibe û zayîateke mezin dide Ûris. Piştî ku leşkerên Şêx Celaleddîn hetta Rewanê berî leşkerên ûris didin di riya vegerê de riya xwe bi Wanê dixin. Ji ber ku walîyê wanê ji hed zêde ji Şêx Celaleddîn û serdestîya wî ya li dij Ûris diheside wî vedixwîne qonaxa xwe û di nav fincana qehwê de jehrê dide Şêx Celaleddîn. Şêx Celaleddîn bi tesîra vê jehrê wefat dike. Ev bûyer jî dibe sitran û dikeve devê gel.

Dengbêjên me digel şerrê Şêx Celaleddînê Mala Ğewsê Hîzanê ê li dij Ûris û mirina wî li ser serhildana Bedlîsê û meğdûrên vê serhildanê jî gelek sitran û qesîde hûnandine ku ev her sê sitran jî ji wan in.

De keremkin em guh bidin dengbêjên xwe bila ji me re van hadîseyan bi saya sitranan û beytan binuhurînin. Kerem kin.

 

1.      SİTRANA ŞÊXÊN HÎZANÊ

 

Ji bona rizayê Xwedê tu bala xwe bidê

Sultan Muhemmed Reşad li Sitenbolê runiştiye

Li serê telan û têlgirafa

Yanî îlan kiriye daye belê bitûme Tirkiyayê

Ku xeber e uyî uyî uyî… waaax

Ê rakiriye ser ewladê ğewsê Hîzanê sê tabûr esker e

 

Le belê ji bona rizayê Xwedê

Bê Silêmanê Mamê belkî koka te biqele

Ma tu nizanî seyid tev bê ayik in

Te çewa daye pêşiya sê tabûr esker

Digerînî belê ji bona Xwedê

Li her çar Çiqê Gelîyê Zîla

Bese tu li pêy van seyidan û serwera bigere

Uyî uyî uyî…..waaaax

 

Seyîd ‘Elî destê xwe dabû ser qevda sêvdînê

Şêx Şabedîn şehîdê Quranê kire gazî:

Belê em ne çêtir in ji Şêx Celaledîn

Bi destê wî girtin birne wîlayeta Wanê

Hela tu bala xwe bidê di şuna qehwê

Fîncana jehrê qey danîne berê

Ûyî ûyî waaa….x

 

Ê de felek ji bona Xwedê

Destê van seyida di darê kelepçe da

Berê wan dane Bilîsa şewitî

Li ber dara î’damê

Min bi çavê serê xwe dî

Yanî şirît avêtine gerdena zurriyeta pêxember e

Ûyî ûyî… waaaa…x

 

De kesekî xwedanê xêra tune

Cihabekî bide nêrîyê mala Seyîd Taha re

Bê mala te şewitî

Tu li ber çi li wê derê sekinî

Piştî xeniqandina seyîda tu binhêre

Tekya Ğeydayê

Maye bê serî, bê mezin bê seyîd û bê serwer e

Ûyî ûyî… waaa..x

 

Ax lê wayê lê wayê we wê wê…

Ax lê wayê lê wayê we wê wê

Ûyî ûyî… wayê waaa… x

Ezê piştî van seyîda nemînim li dunyayê

Seyîd huceta resûlê ekrem e

Li Mekkeyê bû ye ji dayê

Metfene li Medînayê

Ezê çavê xwe digerînim nagerînim

Belê kanê şêxê li ser tekyayê

Seyîdê li Ğeydayê

Ûyî ûyî ûyî….. waaax

 

Ax li min wax li min…

Ax li min wax li min…

Lewra dunya ku tu xerabî

Ûyî ûy’i… waaa… x

Lê lê dayê sibe bû

Ezê bi Erdîşa Şewitî diketim

Ji kula dilê min û te ra li bilind ciya ne

Agirê kulê bikave mala qapiyê Sultan Mihemmed Reşad

Rûniştiye li Sitenbolê li serê telsiz û têlefûnan e

Ûyî ûyî… waayê waax…

Xeber daye belê li her ciyan e

Yanî li bitûme Tirkiyayê kirye ‘ilan e

Eman ji bona Xwedê

Sê tabûr eskerê qerenîzamê rakirye

Ser ewladê Ğewsê Hîzan e

Ûyî ûyî..ûyî waaa….x

 

Ê bê Suleymanê mamê belkî koka te biqele

Ma tu nizanî seyyîd tev bê ayik in

Belê tu ketî pêşiya vî eskerî

Digerî li her çar Çiqê Geliyê Zîlan e

Lema ji bona Xwedê bes bigere

Li pêy ewladê Xewsê Hîzan e

Ûyî ûyî…..wayê waaaaa…..x

 

Kesekî Xwedanê xêra tune

Cihabekî bide Norşîna Seyda

Bê ji şêxê çavbelek ra

Kesekî Xwedanê xêra tune

Cihabekî bide Şêx Muhemmed Se’îd Şêxê Fersafê ra

Kesekî xwedanî xêra tune

Cihabekî bide Mûsa Kazim efendîyê Evdilezîzê ra

Kesekî xwedanê xêra tune

Cihabekî bide Şêx Se’îd Bavê ‘Eta belê ji şêxê Cizîrê ra

Kesekî xwedanî xêra tune

Cihabekî bide Seyîd Tahirê Nêrîyê ra

Kesekî xwedanê xêra tune

Cihabekî bide Seydayê Mele Yehya

Bê: Hey mala we şewitî

Berê piştî van tekya

Bi xwedê kim tekya Ğeydayê piştî van seyîda

Maye bê serê bê serwer bê xwedî bê xwedane

Wî ûyî ûyî….way

 

Ax lê wayê lê wayê we wê wê

Ax lê wayê lê wayê we wê wê

Ûyî ûyî… wayê waaa…x

Ezê piştî van seyîda

Ca bimrim nemînim li dunyayê

Ûyî ûyî ….. wayê waaa…..x

 

2.      BEYTA ŞÊXÊN HÎZANÊ

 

Çûm Bîtlîsê gelî bi gelî

Çûm ‘Xeydayê gelî bi gelî

Jê derketin çotek welî

Jê derketin çotek welî

Şêx Şabettin Seyîd ‘Elî

Şêx Şabettin Seyîd ‘Elî

 

Birin birin şêxêm birin

Birin birin kekêm birin

Birin şêxêm bi dar da kirin

Birin ğewsêm bi darda kirin

 

Çûm Bedlîsê di korte da

Dara qetlê di ortê da

Çûm Ğeyedayê Kortê da

Dara zulmê di ortê da

‘Îdam kirin Şêx bi darê de

‘Îdam kirin Şêx bi darê de

 

Çûm Bedlîsê çiya bi çiya

Çûm’Xeydayê çiya bi çiya

Bi dar da kiribûn çot ewlîya

Ji ba Xwedê kindir qetiya

Go bimbarek hew bi qete

Emrê Xudayêm qediya

 

Birin birin şêxêm birin

Birin birin kekêm birin

Birin şêxêm bi dar da kirin

Birin kekêm bi darda kirin

 

Ji Bedlîsê çûm Tetwanê

Wey Ğewsê min li Hîzanê

Rêberê dîn û Îmanê

Rabûye ji Kurdistanê

Serhildaye ji bo Qur‘anê

 

Birin birin şêxêm birin

Birin birin kekêm birin

Birin şêxêm bi dar da kirin

Birin kekêm bi darda kirin

 

3. SITRANA ŞÊX CELALEDDÎNÊ HÎZANÊ

 

Dayê ha dayê, dayê ha dayê…..

Nemînim li dunyayê dayê waaa….x

Erê dayê ezê çûme Kela Bazîdê Kevrê reş e,

Dayê ha dayê

Bevê Seyîd ‘Elî li Bozê siyar bûye dayê

Di bin da hûr dimeşe

Dayê ha dayê

Hela bala xwe bide eskerê bavê Seyîd ‘Elî,

Xelkê yalê Bedlîsê

Pêxarika, mildirêja ‘ebareş e

Dayê ha dayê, ax dayê ha dayê …..

 

Erê dayê rebenê

Du hezar û pênc sed eskerê Sarî Moskof

Ketye Kela Bazidê

Bavê seyîd Elî

Ji jor da lêxistiye

Lê xistiye di şeva reşe

Dayê lê dayê, dayê lê dayê……

 

Min go Şêxê min!

De lêxe min qurbana xwe ke lêxe

Îjar berê du hezar û pênc sed eskerê Sarî Moskof

Bide Kela Bazidê derxe der va

Berê wî bide Deşta Rewanê

De lêxe di şeva reşe

Derbas ke ji Ava Reşe

Dayê ha dayê, dayê ha dayê……

Wî lê dayê, lê dayê….

Wey nemînim li dunyayê birano

 

Kula Xwedê bi kul be

Têkeve mala Kurmancê xayîn

Bi tevî walîyê Wanê

Qelp û bêbextên telaqreşe

Hela bala xwe bidnê

Bi pere qawe ji Sarî Moskof sitandine

Îcar di fîncanê derman dane şêxê mi da

Ji êvar da şêxêm pirr nexweşe

Dayê ha dayê, dayê ha dayê……

 

Kesekî xwedanê xêra tune

Herre Hîzanê cewabê bide Şêx da

Bê agirê kulê li malê keto

Bavê Seyîd ‘Elî

Ji êvar da pirr nexweşe

Wayê wayê wayê…….

Wî lê dayê, lê dayê….

Wey nemînim li dunyayê birano

 

Min dî qudretê gazî kir go:

Xanimê lê dayê

Hele bala xwe bidê

Çadir û xeybetê bavê Seyîdê min

Vegirtin li Geliyê Axçê

Komê xulam û xizmetkara

Tevî mirîda li dorê kom bûne

Ji êvar da şêxê min nexweş e

Ji dorê ranave weyê weyê

Wayê wayê wayê…….

Wî lê dayê, lê dayê….

Wey nemînim li dunyayê birano

 

Dayê ha dayê, dayê ha dayê….

Dayê ezê çûme Kela Bazidê

Li vî dibûrî dayê ha dayê

Erê dayê min go çûme Kela Bazidê

Li vî dibûrî dayê ha dayê

Kula Xwedê bi kul be

Têkeva mala bavê eskerê Sarî Moskof

Îjar rêç û şopa digerine

Mînanî mûrî

Erê dayê şahid û şihûdê şêxê min

Li dara vê dunyayê pirr û pirr gelek in

Şêxê min ji êvar da lêxistiye

Berî du hezar pênc sed eskerê kafirê Sarî Moskof daye

Şahid û şihûdê şêxê min pirr û pirr gelek in

Ji Kela Bazidê derxist

Berê wan daye Deşta Rewanê

Îjar ji Ava Reş debas kiriye nav Ûris e

Wî lê dayê, lê dayê….

Wey nemînim li dunyayê birano waaaa….x

 

Min dî qudretê gazî kir go:

Xanimê lê dayê

Hele bala xwe bidê

Çadir û xeybetê bavê Seyîdê min

Vegirtin li Geliyê Axçê

Komê xulam û xizmetkara

Tevî mirîda li dorê top bûne

Ji êvar da şêxê min nexweşe

Ji dorê ranave wayê wayê

Ax de wayê wayê wayê…….

Wî lê dayê, lê dayê….

Wey nemînim li dunyayê birano

 

De dayê ha dayê, dayê ha dayê…..

Ezê bi sibê re diçûme Kela Bazidê

Kevirê hûr e dayê ha dayê

Ax dayê ha dayê, dayê ha dayê….

Erê eskerê vî gawirî pirre pirr gelek e

Îşev ji êvar da

Dora bavê Seyîd ‘Elî girtine

Xistine sûrê

Erê dayê rebenê

Şahid û şihûdê bavê Seyîd ‘Elî pirr û pir gelek in

Berî duhezar û pênc sed eskerê kafirê Sarî Moskof daye

Min go şêxê min de lêxe

Hê zû ye riya te dûr e

Wayê wayê ax de wayê wayê wayê…..

Min go: Şêxê min de lêxe eva

Hê zû ye êvar e riya te dûr e

Wayê wayê ax wayê wayê…

Van kafira derbas ke yalî Erezê nav Ûris e

Kekê min wayê

Min dî Xanimê go:

Qudretê lê dayê

Agirê kulê bi malê ketê

Hela bala xwe bide

Çadira şêxê min vegirtin li Geliyê Axçê

Agirê kulê bi malê kete

Îja koma xulam û xizmetkara

Kom bûne tevî mirîda

Ji êvar da şêxê min nexweş e

Ji dorê ranavin

Ax de wayê wayê…..

Nemînim birano li dinyayê

            Gelî xwendevanên delal bi vî awayî rêzenivîsa me a bi navê “Tew Dinya” beşa 25em bi dawî bû. Me di vê beşê de ji dengbêj Hecî Evdilkerîmê Patnosê, dengbêj Nûroyê Meter, Dengbêj Xalê Bekir û Dengbêj Salihê Qubînî îstifade kir. Hetta jimara dî bimînin di xêr û xweşiyê de. Em ji we re duadar in ji duayê we hêvîdar in. Fî emanîllah.

 



[1] Damezrînerên İttîhad û Teraqîyê ê destpêkê; Îbrahîm Edhemê Ernewud, Mehmet Reşît Begê Çerkez, Ebdullah Cewdetê ‘Erepgîrî, Îshaq Sukûtê Diyarbekrî ne.

Di debarê nivîskar de

Têhev

23

Gotar

Ê Berê MULAḤEZEYEK DİGEL MELAYÊ CEZERÎ 2
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.