HEMD JI BO REBBÊ ‘ALEMÊ

Article

 

Hemd ji bo Rebbê âlemê

Selama Xweda her demê

Li ser Resulê ‘alemê

Ezyet wi pir dît wê demê

 

Ji vê fitna gelek dijwar

Em jî meğdurin wek hercar

Qelbê me dihele hewar

Çar ali top bûne neyar

 

Neyarê me nefs û şeytan

Wan insanê ehlê îsyan

Li me-d kin iftira buhtan

Ne heqin wan gotinên wan

 

Ewanê wêk İbni Ziyat

Mahrumin ji rehm û şefqat

Bûne amire me hey hat

Ya Rebbî bide me sebat

 

Ey nefsa min Nebe âsî

Emrê Xuda bibe razî

Li axretê dike gazî

Li kesê jê bûyê razî

 

Ey nefsamin ti nelorîn

Xu bavêje Rebbê jorîn

Bi emrê wî bibe tetmîn

Tawîz nede ji emrê dîn

 

Ya Rebbî ji vê ezyetê

Nakim ji te şikayetê

Bi wan ez çûm heqiqetê

Rihêm dibîne lezetê

 

Li mala xu miqate be

Sebî malbat tiştê hebe

Ti bekçi yî ğafil nebe

ji bo me wê hesab hebe

 

Ev dunya ha imtihan e

Bo denemê em têda ne

Îşême şukrê Rehman e

Nebe melûl ew dizane

 

Ezyeta vê dunya hanê

Li gor mizgîna Quranê

Dibe quwweta imanê

Sebir ke neke îsyanê

 

Ey nefsa min ti  melül î

Kêfa hazir ra meşğûl î

Hindirê te bûye şolî

Loma ji qûla ra qûl î

 

Evan nî'metê ku hene

Îxbara ê pişya mene

Xu bivana ne xapine

Ê cennetê ê baqî ne

 

Dunya ji kî ra ka maye

Ezîzî li ba Xweda ye

Riya baş a saliha ye

Xweda cennet bi wan daye

 

Binêre li pêxembera

Ezyet dîtin ji neyara

Sebir kirin mue'min pêra

Mîrasa wan e ji mera

 

Şeref daîm a Xweda ye

Resûlullah go wusa ye

Tawîz nede rê ewhaye

Helak bû ê tawîz daye

 

Nefsa min xu ne xapîne

‘Urfa batil ne cadîne

Çava veke û bibine

Halê ‘asî ne şîrîn e

 

Ka hukumdarê dunyayê

Kanê fir'ewn Nemrûd kayê

Tev bûn tine çûn fenayê

Ketin kufrê hewar dayê

 

Pir bû mal û meqamê wan

Jin û lezzet kêf û Jiyan

Zilm û quwet textê giran

Kanê eser nema jiwan

 

Kanê Marqis kanê Darwîn

Kanê hegel kanê Lenîn

Kanê Hitler ka Musolîn

Tev dan dû şeytanê lê’in

 

Ey nefsa min nebe wêk wan

Li ber Rehman kirin îsyan

Bûn aletê destê şeytan

Wê bi kevin narê giran

 

Eger derdê te dunya be

Wê sona te jî ewha be

Eger derdê te Xweda bê

Ji îsyan û guna dûrbe

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Ê Berê EY NEFSA MIN
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.