Seyid Tahîrê Haşimî Û Wek Nimûne Helbesteke Wî

Article

Mamosta Seyid Tahîrê Haşimî (1914-1991) kurê Seyid Qeydarê kurê Seyid Qadirê Şêx Resulê Dewletawayê kurê Şêx Mistefayê Şêx Resulê Solleyê Qeredax e. Malbata wan ji sadatên Solleyê Berzencî ne. Şêx Resulê Dewletawa, di sala 1832yan de li Sollê Qeredaxa girêdayê Silêmanîye, li Başûrê Kurdistan, ber bi Rojhilata Kurdistanê ve koç dikin. Piştî çend salan li gundê Dewletawayê Rewanser girêdayê Kirmaşan akincî dibin.  Piştra vê malbatê wek malbata Şêx Resulê Dewletawa navder dikin.

Seyid Tahîr di dawiya salla 1914an de li gundê Dewletawa ji dayik bûye. Zarokatîya wî li gundê Dewletawa bûye. Piştî çend bûyeran ew naçarî koçkirina ber bi Silêmanyê ve dibin. Piştî  çend salan careke din vedigerin Dewletawa. Şêx Tahir li wir xwendina xwe li ba Seyid ‘Arifê Lihonî, Seyid Şêx Şerîfê Kurdistanî, Mela Hemerehîmî Rohaniyê Sineyî, Seyid Mihemedê Hemrolleyî, Seyid Qeydarê bavê xwe û birayê xwe yê mezin Seyid Wecîheddîn xilas diket.

Seyyîd Tahîr di sala 1939an de diçe Kirmaşanê, li wir dibe fermanberê dewlet û li banka kiştukall (zira‘et) weke jimêryar (muhasebecî) dadimezre.

Seyyîd Tahîr li Kirmaşanê peywendîya xwe digel nivîskarên başûr xurt dike û gelek nivîsan ji bo kovara Gelawêj a ku di navbera salên 1939-1949an de der diçû re dişîne û li wir dide weşandin.

Mamoste di warê zimanê Kurdî, Farisî û 'Erebî de şareza bûye û bi hersê zimanan helbest nivîsîye. Dîsa mamoste di nav lehceyên Kurdî de bi zaraveyên Hewramî û Soranî helbest honandî ye. Wî gelek lêkolîn di derheqê helbestvanên mîna Mewlewî, Seyidî, Bêsaranî, Mîrza Ewilqadirî Paweyî kiriye û gelek nivîs nivîsandiye. Herweha mamosta keseke xetxoş û xoşnivîsekî jêhatî bûye ku  Qurana pîroz û pirtuka Delaîlul-Xeyratî bi xetê xwe nivîsîye.

Dîwana helbestan ya mamosta bi navê “Hewargey Dilan” hatiye çap kirin. Mixabin Mamoste di tarîxa 23/6/1991ê miladî de çûye ber dilovanîya Xuda û li goristana Dewletawa hatiye binaxkirin.

 

Em li vir wek nimûne ji helbestên Mamosta Seyyîd Tahîr bi zaraveyê Soranî helbesteke wî ya ku ji heft beşan pêk tê teqdîmî wek dikin.

 

-1-

 

Ya Resûlella! Hezîn û têşikawim[1] rehmetê

Derdî xakî rêt[2] le nûrî her dû çawim rehmetê

 

Narreway[3] bazarrî 'alem serkiz[4] û xwar û xefîf

‘Atîl û bê dîn û dill hestî nemawim rehmetê

 

Min be tîrî te'n û lomey nakesanî rozigar

Kunkun e sîne û dill û cerg û henawim rehmetê

 

Serbes[5] û azade bûm wek tayirî[6] ewcî surûr

Êste wa bendî hewadîs bote dawim[7] rehmetê

 

Ber cinêw[8] û le'n û nifrînî nefamanim[9] mexe[10]

Ba le sayey fezllî to lar bê killawim[11] rehmetê

 

Min giyakey bin merrî cewr û cefay bê hasillim

Çawerrêy[12] enwarî tom tîşkî hetawim[13] rehmetê

 

Min segî tînûy biyabanî xirapî û zîlletim[14]

Ziwan ellay dim kewtûy yek cur'e awim[15] rehmetê

 

Ya Resûlellah dexîlek ba neken bê hurmetim

Zor zelîl û xwar û pest û dill betawim rehmetê

 

Rê de[16] ey salarî dîn Tahîr le sayey rehmî xot[17]

Ey bullendî bexşî dîn û cah û nawim rehmetê

 

-2-

Ey meqamit qabe-qewseynî ew edna rehmetê

Ey xetabî hezretit Yasîn û Taha rehmetê

 

Xayşekêşî be îxlasî buraqit Cibreîl

Solî pêt tacî serî ‘erşî mu‘ella[18] rehmetê

 

Ehlî beytit şarihî esrarî ayatî kelam

Çiwar yarit[19] çiwar ruknî şer'î beyza rehmetê

 

Yadî rûy to bû ke agir bû be gullzarî Xelîl[20]

Nûrî to bexşî Yedî Beyza be Mûsa rehmetê[21]

 

Ya Resûlellah be qurbanî segî asanetim[22]

Pê willum ey serwerî dunya û ‘uqba rehmetê

 

Kes le rencî xoy wekû min xasîr û bê beş nema

Hewrî[23] rehmet behrî hîmmet, kanî cîdwa rehmetê

 

Mûy sipî kirdim siyakarî be hîway[24] nefsî şûm

Ey sefabexşî derûnî pirr suweyda rehmetê

 

Key be bê eltafî to min muşkîlatim hel debê[25]

Yek nîgahî to ye hellî sed mu‘emma rehmetê[26]

 

Ya şefî'el-muznîbîn sa[27] to penay Tahîr bide

Lem xem û aw û heway nasazî dunya rehmetê

 

-3-

Ey çiray goşey dillî erbabî ‘îrfan rehmetê

Şemsî ewcî batînî eshabî îman rehmetê

 

Ey umêdî mecme‘î pirr tefreqey rindanî dewr

Ey hîdayetbexşî zumrey ehlî xuzlan rehmetê

 

Pêm xiza[28] xakim beser rencim hemû royî be ba

Bigre destim ey umêdî naumêdan rehmetê

 

Ya Resûlella şikatî[29] derdî xom lay to dekem[30]

Bellkû lutfî to bika em derde derman rehmetê

 

Yarî xom lê bû be exyar û gullim lê bû be xar[31]

Nûrî min wek zullmete û cem‘em perêşan rehmetê

 

Gencekem lê bû be renc û şehdekem lê bû be jar

Ulfetim wehşet, umêdim ye’s û hîrman rehmetê

 

Min giyakey hellpirrûzawî[32] şerarey mîhnetim

Çawerrêy baranî tom ey hewrî îhsan rehmetê

 

Min le rê wêll bûm[33] û dunyam wek şewezeng e dexîl

Sa demê binwêne rût ey mahî taban rehmetê

 

‘Aciz û damaw e Tahîr katî lutf û rehmet e

Ey hebîbî zatî heq, mehbûbî rehman rehmetê

 

-4-

Dillşikawî[34] mîhnet im ey dillnewazim rehmetê

Xemzedew bêçare mawim çaresazim rehmetê

 

Sewzekey hestîmî fewtan hadîsey cewrî zeman

Wextî baranî beqa ye serfirazim rehmetê

 

Wek gull le dirrik[35] im le dill wek bulbulim xwênîn sirişk[36]

Wek şem û perwane ye soz û gudazim rehmetê

 

Ya Resûlella! Etoy esllî heqayiq el-eman

Min ewa sewdaserî fer‘î mecazim rehmetê

 

Awî çawî[37], agirî dillî bird, xakî ten royî be ba

Bê niyaz mawim[38] le jîn, ey cêy niyazim rehmetê

 

Şahî dîn ‘umrêke min wek xunçe xwênî dill dexom

Xunçekem pişkût[39] û ha mekşûf e razim rehmetê

 

Kes minî nawê[40] qebûllim ke be eltafî ‘emîm

Ey surûrî roh û mayey îmtiyazim rehmetê

 

Her wekû Tahîr le awat[41] bê beş û wamende mam

Katî lutfî to ye ey awatexwazim! Rehmetê

 

-5-

Ya Resûlella! Xemîn û şermesarim rehmetê

Muflîs û bê hasîl û xestew hejarim rehmetê

 

Ey umêdî şermesaranî sefî rojî hîsab

Ey tebîbî nefsî serkeş derdedarim rehmetê

 

Yadî ew cahey ke lam bû[42] bote çahî zîlletim

Bîrî ew gencey ke em wîst[43] bote marim rehmetê

 

Newbeharim bote payiz ‘eyş û xoşîm sexllet e

Bulbulî mehzûn gullî dill pirr le xarim rehmetê

 

Serwerîm pamallî ye sam û şikohim xwarî ye

Renc e mayem, zehr e şehdî xoşgewarim rehmetê

 

Min xollî[44] jêr pêy segî dermallî segbananî tom

Serkiz û lat û hezînim, şehiryarim rehmetê

 

Bem hemû nalayeqîw ‘usyanî bê saman[45]ewe

Rûm le to ye şafî‘î yewmul-qerarim rehmetê

 

Emnwand[46] ew sall e lay her kes wekû zêwî sipî

Êste[47] wek berdî[48] reşî cêge hewarim rehmetê

 

Dill peşîmanim wekû Tahîr le kirdey napesend

Ey ferehbexşî derûnî bê qerarim rehmetê

 

-6-

Ey nîşanet feqir û fexrî kayînatim rehmetê

Hamî û pişt û pena û mayey necatim rehmetê

 

Rojî dîwanî ceza agat le min bê [49] bo Xuda

Ba nexwênin namekey pirr seyyîat[50] im rehmetê

 

Çaw be giryan, dill pirr agir, sîne teng û dem be ah

Pê le bend û serkiz û bê destellatim rehmetê

 

Ya Resûlella! Gunabar û qebîh û rûrreş im

Ey sipî ruxsarî xawen mu’cîzatim rehmetê

 

Keştî dill sûtaw [51]le ber aw û heway kirdarî[52] şûmim

Awdêrîm ke de serçawey heyatim rehmetê

 

Danemezrawim le ser rêy ettîba‘î hezretit

Sa 'eta ke lehzeyê sebr û subatim rehmetê

 

To hebîbî heqq û min menfûrî xelqî rozigar

To şehî kewneyn û min damaw û latim rehmetê

 

To kefî pêt tacî 'erşe û min serim pêmallî xem

To şefî ‘î xelq û min e'sel-'usatim, rehmetê

 

Rût û qûtêkim wekû Tahîr le bergî îtîbba'

Bergî lutfit kafî ye şaha xellatim rehmetê

 

-7-

Ey fellek! Rakî' le ber cah û celalit rehmetê

Ey zemîn sacîd le bo maçî ne'alit rehmetê

 

Dill be dax e muşkî nafî ask[53] ekey çîn û xeta

Bo sewday xalyey çîhrey belalit rehmetê

 

Ya Resûlella! Cîhanî 'îşq û mîhr û 'atîfet

Aferîdey heqq e bo husn û cemalit rehmetê

 

Mangî niwê [54]bo 'arifan teqrîrî dersî 'îşq eka

Ta le dill xen yadî ebroy wek hîlalit rehmetê

 

Ey dill û giyanim be nezrî xakî rewzey etherit

Ey ser û mallim fîday eshab û alit rehmetê

 

Tûtiyay ‘Eynul-kemal e, tozî pakî solleket[55]

Riştekey bendî dill e tallî 'egalit rehmetê

 

Fîkir û şer‘î enbiya ezkar û wer‘î ewliya

Wek tikê baran e lay behrî kemalit rehmetê

 

Wecd û nalley sofiyan, tewhîd û cezbey ‘arifan

Carîye bo rêzekey xwanî newalit rehmetê

 

Dillreş e Tahîr le ber dax û suweyday bê 'îlac

Sa dillî rûn ke be nûrî bê zewalit rehmetê

 



[1] Têşikawim:    Hatime xirabûn û hatime şikandin

[2] Xakî rêt:        Axa rêya te

[3] Narrewa:        Ne rewa, naheq

[4] Serkiz:                       Zelîl, sernigûn

[5]           Serbes: Serbest

[6]           Tayirî: Teyrê

[7]           Bote dawim: Bûye dawa min

[8]           Cinêw: Dijûn û xeberê nexweş ango çêrr

[9]           Nefaman: Cahilan

[10]         Mexe: Nexe

[11]         Lar bê killawim: Kulavê min xwar be

[12]         Çawerrê: Li bendê, çav li rê

[13]         Tîşkî hetawim: Ez tîrêjê tav im

[14]         Min segî tînûy biyabanî xirapî û zîlletim : Ez kuçikekî tî yê sehrayê ê nebaş û bi zîllet im

[15]         Yek cur'e aw: Qurtek av, yek qetre av

[16]         Rê de: Rê bide

[17]         Xot: Tu

[18]         Solî pêt tacî serî ‘erşî mu‘ella:  Sola piyê te taca serê ‘erşê mu’ella ye

[19]         Çiwar yarit: Çar yarê te ango çar xelîfe

[20]         Yadî rûy to bû ke agir bû be gullzarî Xelîl:  Bibîranîna rûyê te bû, bûye sebebê wê ku agir ji bo hezretê îbrahîm bibe bax û gulzar

[21]         Nûra te bû yedî beyza/ destê sipî da hezretê Musa

[22]         Segî asanetim: kuçikê ber deriyê te me

[23]         Hewrî rehmet: ‘Ewrê rehmet

[24]         Hîwa: hêvî

[25]         Key be bê eltafî to min muşkîlatim hel debê: Kengê pirsgiriyên min bi lutf û rehma te çareser dibin

[26]         Yek nîgahî to ye hellî sed mu‘emma: Yek temaşakirnekê te ji bo me dibe helkirina sed mu’emmayan

[27]         Sa: îcar

[28]         Pêm xîza: Piyê min xiza, lerzî û ji cihê xwe derket

[29]         Şikat: Şikayet û gilî

[30]         Lay to dekem: Li ba te dikim

[31]         Xar: Sitrî

[32]         Giyakey hellpirrûzaw: Giyayê ku bi bayê germ hişk dibe

[33]         Wêll bûm: Berze bûm, bilind bûm

[34]         Dillşikaw: Dilşikeste

[35]         Dirrik: Sitirî

[36]         Sirişk: Rondik

[37]         Awî çaw: Avê çav

[38]         Bê niyaz mawim: Ez feqîr û bêniyaz ma me

[39]         Pişkût: Pişkift

[40]         Kes minî nawê: Kes min naxwaze

[41]         Awat: Hêvî

[42]         Ke lam bû: Ku li ba min bû

[43]         Ke emwîst: Ku min dixwast

[44]         Xoll: Xulî

[45]         Bê saman: Bê serwet û mal

[46]         Emnwand: Min temsîl dikir

[47]         Êste: Niha

[48]         Berd: Kevir

[49]         Agat le min bê: Haya te ji min hebe

[50]         Seyyîat: Nebaşiyan

[51]         Keştî dill sûtaw: Geştîya dil sot û şewitand

[52]         Kirdar: ‘Emel

[53]         Ask: Xezal

[54]         Mangî niwê: Heyva nû

[55]         Tozî pakî solleket: Tozê paqijê solê te

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Ê Berê Çend Gul Ji Gulzara Jiyan Û Helwestên Melayê Gewre
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.