Gerdûnekî Pênc Jê Mestir, Yek Jî Ji Pêncan Mestir de Jîyana Bêkesan

Article

Gerdûn, dinya bê edl û bêvefa ye. Li rû erdê qet nesekinîye zulm û zor, derd û cefa ye. Dagirker, zalim û zordar aqîbet zelîl bûne lê belê ekser dem û dewrana wan zewq û sefa ye. Mirina kedxwar û zordaran ‘îbret, heşirbûna wan muheqqeq dehşet; meqamê wan “îla cehenneme zumera” eşhedû bîllah ev we’da Zuntîqâm e lê belê her roj li cî û warê bêkes û bindestan de bi destê wan dibe wêran û talan, kuştin û qetlîam e.

Dinya fanî be jî têra her kesî dike, xwarin û vexwarin, ger û geşt, zozan û deşt, behr û ber, teyr û tûrên… dinyayê ji bo pîraye û xemla dinê zêde ye; bo jîyan, aşîtî, keyf û şahîya tamamê adem bes e, zêdeye lê belê çavê adem têr û bar nak e.

Beni Âdem; li hember Rebbê xwe asê dibe. Lazim e ku nî’met, li ser aşîtî û biratî par bibe lê belê nabe. Dinê de heqiqet ev e; yekî re nod û neh, nod û nehan re jî yek par e! Ev ne edl e zulm e, ne însanîyet e denaet e, ne aşîtî ye pevçûn û şer u ceng e… Welleh nabe, Bîlleh nabe.. De rabe ehlê îman û însaf; de şîyarbe şeref û îzzeta benî âdem… Zindî yan mirî yî, nizan im lê belê “tu, ji bo temamê ummetan şahidî.” De rabe Ummeta Muhemmed (sav)!

Pêxember (as) dibêje; “Erdlerzîn (erdhej), ji ber fuhşîyat û zulma însanan dibe.” Îro erd, ji ber zulm û bêdadîya adem, xisûsen jî ji ber “dagirkerî, zulm û talana û terorîzma Yehûd” dilerzî! Yahûdî nankor, Yahûdî asê û wehşî bûne...

Do ji dest Adolf Hîtler her zulm û zîllet dîtîn. Hinik ode û mezelên Hîtler de xeniqîn, hinek gullebaran bûn.. yanê komkujî û jenosîd hate serê wan. Ji wan Yahûdîyan hinek kes jî bi hezar zehmetan hatin erdê Filistîn bûn mêvan, dûvre jî  bûn dagirker. Ew Yahûdîyên ku hê doh bûne şahidê her zulm û zorê, her cefa û bela dîtine; zalim û mezlum naskirine… îro bûne bela serê Wehya Şerîf, bûne kul û derdê serê Ummeta Muhemmed xisûsen jî li ser cî û warê Filîstînîyan bûne ‘ar û şewat, bûne hezar bela û qeda.Ar nakin, Ji Xweda natirsin. Çendan le’net dîtine, koçberî, te’dîb û tenqîl, komkujî dîtine qet naynin bîra xwe. Çi qewmek asê, çi milletek newêrek û kêmikfirsend, çi nijadek mufsîdun fîl-erd e Îlahî!

Yahûdî betirpêr qetlîam bû; pêr qetlîam bû; doh dîsa qetlîam bû; îro jî pir nêzîk e Xwedê zane lê belê ji dîroka xwe ders nastîne, ‘îbret nagre! Hevaltîya wan zehmet e, cîrantîya wan zore, bi wan re dijminatî û neyartî çi xweşe Xwedêyo!

Rebbîyo ez bila bimrama, dîsa bimrama lê belê bo tessellîya dilê Qudsa Şêrîn û Eqsa Esîr qahirane, xeddarane dîsa vejîyama! Li ser serê Sîyonîstê newêrek re fenanê afat û tofan bibarîyama! Sifra Yahûdîyên canî de jehr, xewnên wan de xof, li ser serê wan teyrê ecelê bama! Rebbîyo! Nizam ez çibama! Şahidê Nebuqatnezar, Fîr’ewnan û Adolf Hîtler, na na Welleh Leşkerê Kurê Xettab îlla kî şûr û fermana Seleheddîn Eyyubî bama! Îro terorist xwedî hêz û quwwet serfîraz in; heqîqet, masûm û mustez’ef înfaz in!

Bo tetbîqkirina heqîqetê Zulfiqar, bo şâbûna masûman Asayê Musa, bo mustez’efan Mizgîna Muhemmed Mustefa lê belê li Qudsa Şerîf û Wârê Mehkuman de Bedr û Xendeq; Xalidê Kurê Velîd, Şahsûvarê Duldilê Şêrê Yezdan Şahê Merdan xwezîya Zulfiqâr bama!

Zanim zeman xirab e, dewran bê bext e! Her çiqas teknolojî tum û tepik da be; zeman,  ‘esra bîst û yekan be jî destê tenê Şêre ‘Elî be jî deng jê nayê! Îro li me ferman e! Quds û Eqsa şîrîn qêrîn, tertele û talan e; Nebuqetnezar û Fîr’ewn jî bûne xulam û pasbanê Yehûd, dîsa li me kirine ferman e! Tewhîd, îstiqrar û asayîşa ummetê, wekî Kurdistanê bi çar daxan belkî bi sed daxî daxîdar e, giran birîndar e!

Bêkes; tenê di bin zulm û zora kafiran de nîne, nava Ummeta Muhemmed de jî îro bêser û bêsermîyan û bêpar e! Cî û welatê Muslîmanan de dengê lorîg û lawijan bilind dibe ax  lê dayê!

Bibînin, bibihîzin, bo îman û îzzeta xwe bibêjin gelî ehlên wîjdan! Bila guhdar be ehlê îman û însafê! Gerek bibihîze ehlê heqîqet û medenîyetê! Ev çi deng e? Ji kuderê tê? Feryad bo çî ye; yê kî ye?

Feryad û fîxan, îro li her derê ummetê tê lê belê ya herî zêde li Mescîdul Eqsa û Qudsa Şîrîn e. Temamên erda Filîstîn binpa û yexsîr e. Terorîst û eşqîyayên Îsraîl, her roj li Filîstînê, masûm bi zordestî diçin dadgehan. Pirê dadgehan de mahkumîyetên mezin têne dayîn; cezayên muebbed jixwe edetin. Gelê Filîstîn, ji 1948’an virde, bi koçberîya mecburî, dervayê welat re sirgûn dibin. Ji Filistîn zêdetir gelhe, bi destê hikûmat û dadgehê Sîyonîtan, mişextê dewletên derdorê Filistîn bûne; heta Iraq, Su’ûd, Qetar, Libya wêdatir; li Fas, Tunisê mişext in, perkende û mehcûr in. li Arjantîn mişextî dijîn; li Emrîkaya Başûr, li Şêlo (Şîlî)’yê 500 hezar mişextên Filistîn mewcûd in.

Qanuna Sîyonîstan de îdam tune lê belê her roj li serê “zana, aqilmend û rêberê Filîstînîyan îmha u înfazên ‘elenî u dizî” diqewime. Di hindirê Filîstîn û dervayê welat nêçîra însanan dibe. Li Şerîayê, Kudus û bajarokên dorpêçkirî de, li Ğezze ya serbilind de rûtîn bombebaran e. Salê çend caran li serê Filîstînîyan de qetlîem û komkujî diqewime.

Filîstîn, bi îmkanên xweyê qit, bi halê esîrî îro mucadele û serhildana ‘esra bîst û yekan dide. Ehlê Xaç û Senaman taybetî jî Sîyonîstên dagirker, berxwedan û serhildana Filistîn re ecêb dimînin lê belê destê tenê deng jê nayê! Muemeleyên Sîyonîstan, temamên qanunên cîhanê re, îz’an û ‘eqlê selîm re muxalîf in.

Wan Yahûdîyan wehya Xwedayê ‘Alem re îsayan kirîye; îftira avêtine Peyxemberan; pir nebî qetilkirine, ji welatê wan mişext kirine. Bi van fî’l û gotinên xwe le’neta Rebbê Alem û mu’mînan  dane ser xwe..

Qanûn nizanin, însafê nasnakin, şeref û îzzeta beşerî xema wan de nîne. Tev dewletên cîhanê xisûsen jî bi dewletên Muslîman, bi Filîstîn ehd û peymanan îmza dikin; heman pişt re cinayet, qetlîam û komkujî diqewmînin. Bi gotîna ustad Necîb Fazil:

Kafdağini assalar, belkî çeker de bîr kil.!

Bu îfrîtten sualîn, kilini çekmez akil.!

(Çîyayê Qafê derdabikin belkê (jê)  mû bikşîneê/ Ji vî İfrîta, aqil acîze, ji sialê mûyek nakşîne!)

Îro, bo ehlê dinê xisûsen jî bo Ummeta Muhemmed (a), bo dînê Îslamê îmtîhanek herî mezin şebeka Terorîstên Sîyonîst û mewcûdîyeta Îsraîl e. Sermaya wî jî bo sermaya cîhanê pirsgîrekek mezîn e. Me, sernama nivîsa xwe de bo wê yeka go; “Gerdûnekî Pênc ji Wî Mestîr, Yek jî Ji Pêncan Mestîr de Jîyana Bêkesan.” Heqîqeten jîyan felaket e belkî mirin xelasî ye!

Pêncên ji dinê mezintir:

Ew dewletên ku Koma Gelan de heqê wetoyê girtine ev in. Emrîka, Uris, İngîlîz, Çîn, Franse ye. Li dunyayê nêzî du sedî dewlet hene lê belê gotin û qerarên Koma Gelan de tu giranî û me’neya wan tune ye. Du sed dewlet temamî bo çaresîyekê bibêjin erê, ji van bênc dewletan yek jî ji keyfa xwera bibêjî na, gotina du sed dewletî pûç û betal dibe. Ev, distûra gur û çeqelan e ne edalet e, ne îz’an û medenîyet e lê belê ji wana bêtartir bêtarek bênav û bêsalix jî he ye… 

  Kîy ye ji dinê mezintir?

Li jor, me behsa bênc mezinên dinyayê kir. Eva zordarên dinê, heqîqetê de ji hev re li ser edaletê hevaltîyê nakin lê belê dema ku heq û hiqûqên gelên xeyrî wan dibe mewzûbahis, van pênc “Koledar û Çeteyên Dinyayê” bo koletîya bêkesan, bo talana zengînî û warên wan ‘acil îttîfaq dikin, tefrîqeyên xwe didin alî.

Evan Koledarana, ji bo domkirina serfirazî û talana xwe, bi navê İsraîl, hêzek bê salix avakirin e. Bo ku ev Pênc Çetena alîkarî Sîyonîzmê re dikin;  dewleta Terorîst ji wan mezintir, ji wan xwedî hêztir xwîya dibe. Hem pênc Çete hem jî Sîyonîzm ji wî ehwalî memnûn in. Çar Çete, qetlîama Yahûdî tel’în bikin jî tu qiymetek wê telînê nabe çi ku, yek wetokirinek bo rûspîbûna terora Yahûdî bes e. Jixwe her civat û qerara eleyhê Yahudî de mutlaq sê alîkarên wan ê daîmî hen in.

Qatilê peyxemberan, mufterîyê wehya Heqq û neyarên heqîqetê; qeyde û toreyên xweyên qedîm tu caran venagere, ji benî adem xisûsen jî ji Ummeta Mûhemmed (as) bê talan, bê kuştin û mirin derbas  nabe, ji exlaqê xweyên le’net jî gera nabe.

Zulm û zor û talana ku îro li rû erdê dom dike, ekserê wî bi destê Sîyonîzmê ye. Bi sermaya xwe, bi îstixbarata xwe an jî bi destê firotî û xayînê ku li wan welatan peyda û xwedî kirîye, wê texrîbat û talana dom dike.

Dîroka Ben-î İsraîl ev e: Zagon, qeyde û tore, en’eneyê welatan binpâ dike; ji kebaîran suc û gunehên tarî û kûr dike… evana li rû erdê belav dike. Bi sermaya xwe, mudaxîlê hilbijartinê emperyalistan dibe; wan zordarên cîhanê girêdayeyê emrê xwe dike.. Dewletên ‘Ereban re, yên çaralîyên xwe re ji 1930’an virde, bi pişta Sê Çeteyên Koma Gelan (Emrîka, İngîlîz, Franse) bi dinyayê re, taybetî jî bi Muslîmanan re neyartî dike. Dîsa bi destê van Çeteyan, îqtidar û sîyasetmedarê  ‘Ereban tayîn dike, li ser wan mîmarî û mezintîya xwe dom dike. Xisûsen jî xwedîyê erda qedîm birayên meyê Filîstîn her roj zêdetir bê cî û bê war dihêlîne, dagirkerîyê dike.

İsraîl yek dewletek bê salix û bê sînor e. Qanûn û distûra wê şert û şurtên menfeeta wan e. Bê fesal û bê teqet ketina Mislîmanan, sedema êriş û dagirkerîya wan e. Aşîtî xwestina Ummetê dibe sedema konetî û êrişa Sîyonîstan.

Kêmasîya hejmara Yahûdîyan, komkujîya Hîtler û musîbetên di dîrokê de çêbûne; tu caran bo Yehûdiyan nebîye sedema îbret û te’dibbûna wan. Li ser serê wan çiqas komkujî qewmîne ewqas asê bûne, nankorî kirine. Xwedayê ‘Alemê, herçî ew derxistine sahîlê selametê, li pişt silametîyê ew heman dem ji Xwedayê Alemê re asê bûne, pêxemberê Xwedê û ehlê însaf û alîkarên heqîqetê qetil kirine..

Filîstîn, îro resmê dine ye, berdevkê Ummeta Muhemmed(a) e; ta zemanê qedîm de muqîmê erda xwe ye. Navê Filistîn, nasnameya wî warî ye. Hz Mûsa (a), ji bin zulm û zora Misrê, ji ber zordarîya Fire’wnan, Ben-î İsraîl derbasî Şerqa Nîl û Sînayê kir; piştre jî li ser aşîtîyê hatibû ser erda Filîstînîyan jîyana xwe domkir lê belê hê di sağiya Hz Musa de “redd û înkarîya Ben-î İsraîl” qewimî; serê çêlekê ji xwe re kirin senem, ketin rêka şîrkê. Wekîlê Musa (a), Harûn tehdît kirin heta qestê kuştina wî kirin.

Hz Mûsa; ji ber zordarîya Fir’ewn, ji ber cehl û asêtîya wan pir caran dexeletê Xwedê kir; hewarî xwest: “Bi vî şeklî dia kir: Rebbê min, bi rastî îro her cûrê xêra ku tu ji min re bişînî ez muhtacê wî me (Ez li vir xerîb û bê xwedî me).” (Qeses: 24)

Îro Ummet, xisûsen jî gelê Kurd û Kurdistanê; vê deng û behsa hewarê xweş dizane, baş fêmdike. İsraîl dijminê Heqq e, neyarê heqîqetê ye. Yahûdî, bi salixkirina ayetan; “Bo ku dibêjin Uzeyr kurê Xweda ye çûne delaletê…” Jixwe ehlê fitne û fesadîye jî ew in.

Dewleta Ben-î İsraîl, li gor temamên distûr û zogonên cîhanê meşrû’ nîne, batil e, butlan e. Hola merdî û medenîyetê de İsraîl dîsa xeyrîmeşru’ e, hêzek terorîst e; kone ye, xayîn e, kêmfirsend e; bîr û bawerîya ehd u peymana wî tucaran nîne. Ji qêrîn û feryada mezlûman zewqê distîne; êş û şewata benî adem bi destê wî her çiqas zêde bibe, Sîyonîzm ewqas memnûn dibe.

Ji dîroka xwe yên derbasbuyî ders û îbretan nagre; bi distûrên Tewrat û Zebûrê re şer kirîye; li ser wan texrîbat çêkirîye… Bo temamên evan tiştên menfî jî le’neta Xwedê û nefreta ben-î adem her daîm li ser wan e…

Heqîqet tu kesek ji Yahûdîyan razî nîne; bawerîya tu nîjad û dewletekî bi wan nemaye lê belê dewletên emperyalîst; bo ku bi destê wan asayîş û îstiqrara dewletên Muslîman xerab dikin; bo ku zengînî û qiymetên Muslîmanan talan dikin Yahûdîyan re alîkarî dikin; wan kişdikin, fîtdikin.

Ya dî jî li hember emperyalîstan yek muxalîf û muxalefet heye ew jî Dînê İslamê ye; yek şoreşger û şoreşvan heye ew jî Muslîman in. Gelê Muslîman, heta ji dîn û îmana xwe dûr nekeve, nikare bi kufr û zilmê re îttifaq bike, nikare li hember hêzên zulmê teslîmê sîleh bike.

Distûra ehlê îmanê ev e; “Ya mirin ya xelat! Îstîqlal û azadî; cimhurîyê Îslamî! Muhemmed re can fîda! Cîhad, heta zulm he ye! Ji Emrîka re mirin; Îsrail re mirin! Dinya yê herkesi; nî’met bo her nefesî…” hvd.

Temamên ummeta Muhemmed îro deyndarê Filistîn e.  Quds û Eqsa Şerîf, paytextê Muslîmanan e, qîblegaha meyê ewwil e. Erda Filîstîn, ji xeyrî dewra Muslîmanan, tu zemanekî îstiqrar û aşîtî nedîtî ye. Mînak; dewra Emewîyan, Ebbasî û Eyyubîyan û dewra ‘Usmanîyan e.

Lazim e, şert e û ferzê eyn e... Gerek du milyar Ummeta İslamê; Filistîn azad bike, Qudsa Şerîf bike payîtexta Filistîn; Mescîda Eqsa de bê tirs nimêj bike. 

Min esareta Qudsa Şerîf bi çawên serê xwe dît, bi lingê xwe gerîyam. Qudsa Şerîf hewar û gazî dike; Mescîdul Eqsa feryad dike:

Eyne Seleheddîn! Wa Îslamâ! Ya eyyûhel Muslîmûn, îttehîdû îttehîdû! Xeyber Xeyber Ya Yehûd! Cundê Muhemmed seye’ûd!

Quds îlla kî azad dibe; dewleta terora Sîyonîst îlla kî helak dibe! Vê de qet şik û şubhe tunîne. Zemanek nêzîk de çavê Mustez’efan za, dilê mezluman şa dibe bîîznîllah, lê “bi wê halê meyê “newêrek, xafil û bê sermîyan nabe; anha nabe!”

Îro destê her Muslîmanekî de xwîna biratî u masumîyetekî he ye. Dewletê ku li ser birayên xweyên Kurd û Kurdistanê de “Mahabed, Zîlan, Dêrsim, Genc, Palo, Agirî û Helepçe… qewmandine; komkujî çêkirine û hînê tobe û îstixfara xwe jî nekirine; îzzet û şerefa Îslamî çawa bibe nesîbê wan? Çawa Âla Îslamê û meqamê Pêxebmber, îzzeta Çaryarên Resûlullah bibe para wan? Bi çi rûyî li meclîsên cîhanê mudafe’a mezlûm û mehkûman bikin? Bi kîjan mazîya xwe tel’în û le’neta komkujî û xirabkirina bajaran bikin? Çitor talanan mehkûm bikin? Bi kêjan sifetê ‘alîkarîya gelê ku redd u înkarîya wan bûye’ bikin? Ziman, çand û edebîyata bêkesan qedexe kirine; ewê “li NATO, Koma Gelan, Lahey û giregirên dinyayê re çawa, bi çi rûyê, bi kêjan rûspîtîyê pirsgîrekên mezlûm û mehkûman re çareserî biştaxilin?

Evana temamî sûc û gunehên mezin in, li ba Xwedê kebaîr in. Bo evan kebaîran gerek tobeê nasuh hebe; gerek bo mezluman jî îade-ê îtibar û telafîya heqq û hiqûqên belengazan, bindestan bibe. Dû evana re gerek destê ku li xwîna masuman ketîye bête şuştin, bê paqişbun.

Dema ku mezlûmên nava me şâbun, wexta ku ummetê dua belengazan girt, hêsrên çavan ziwa bûn… wê demê welyl li serê zalim û zordarên cîhanê! Weyl li serê Yahudîyên terorîst yên bi le’net! Wê wextê tê gotin “tekbîr; kilam, stranên egit u eşqê

“Lebbeyk Ellahume lebbeyk..!!!

 

Ez Kerem bim! Ez Kerem bim..

Ez Berxê mala Usivê Seydo bim

Siwarê Elfezya bim…

 

Hel hel mi pozî bavê te…

Memê digo Zîna min zina dînê..

Sîyabend û Xecê derketin Çîyayê Sîpanê Xelatê…

Lê bele em îro rûreş in; mehcûb in, deyndarê muztez’efan; girtîyê maldar û zordaran in.

‘Eyb û şerma mezin ev e: Di nexşeya cîhanê de sentîmek İsraîl, bi metreyan dewletên Muslîman tar û bela kirîye. Çend milyon Sîyonîst, du milyar Muslîman ji îzzet û mêranîyê kirîye!  Ka warin serê min u vê ecêba!!!

Qezî bi Qur’an’ê xweş e! “Gelên xwedî îman! Ji we kê ji dînê xwe bizvire, bila baş bizane; Xwedê dewsa wan de qewmek wer bîne ku; Xwda ji wan hezdike, ew jî ji Xweda hezdikin.  Li hember Mu’mînan dil-helûkin, hember kafiran jî qurrene..” (Maîde 54)

 Yan jî; “Ey kesê ku îman anîne! Heger hûn ji Xweda re alîkarî bikin; Ew jî ji we re alîkarî dike; lingê we qaîm digre!” (Muhemmed 7)

Âla İslam, şeref û namûs binpâ bû ye! Xwezî bi dilê wî şêr û şervanê meydanê!  Her bijî kesê ku dibe umida mezluman; dibe tirsa serê Sîyonîst u zordaran.. wesselam!

 



 

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Ê Berê Mele Huseynê Bateî û Mewlûda Kurdî
Ê Li Pey ÇEND GOTIN LI SER MEM Û ZÎNÊ (Dahûrîna Şimşat û Nexşan)

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.