Vê Bizane…

Article

‘Ezîzê min!

Vê bizane, dinya dem û dewran e.

Te seh nekir, mesela Habîl û Qabîl? Du bira bûn. Birayê mezin Qabîl, bû qatilê birayê xwe. Dîrok, ew bi şeklê birakujîyê qeyd kir. Qabîl bû rêber û pêşîvanê rêya batil, bû serkêşê xerabîyê.  Dema wextê xwe dagirt, ew jî mir, lê çû ber ‘ezabê Xweda ku ‘ezabeke ebedî ye.  Belê Habîlê mezlûm, giha se’adeta ebedî. Zivistaneke bê dawî bû para Qabîl, digel vê para Habîl bû bihara ebedî. 

Hêjayê min!

Vê bizane, dinya dem û dewrane.

Te seh nekir, mesela Hezretî Îbrahîmê Xelîl û Nemrûd. Îbrahîmê pûtşikîn digel zaroktîya xwe bi fêm û feraset bû. Bi ‘eqlê xwe fêm kir ku Rebbê vê kaînatê heye. Dest bi şikandina pût û seneman kir. Wexta Nemrûd vê seh kir, qerara kuştina  Îbrahîm da. Li meydana Rihayê agirekî bi nav û deng pêxist. Îbrahîm (as) avête vî agirê gurr û har. Belê Îbrahîmê Xelîl ji teref Rebbê  kaînatê ve hate xelaskirin. Agirê gurr û har lê bû bax û baxçê cennetê. Li gor Nemrûd, ew ji Îbrahîm xelas bûye. Lê nizane çi bela anîye serê xwe. Piştî dewran qulupî, mêşa qot xwe berî pozê Nemrûd da. Ew Nemrûdê ku xwe mezin didît, xwe xwedî hêz û qewet didît, bi kibra xwe, xwe rebb didîte… Li hember mêşa qot nikaribû tu tekoşîn bide. Ew jî teslîmî qeweta Rebbê kaînatê bû. Belê aqûbeta xerab bû para Nemrûd. Îbrahîmê Xelîl jî bi dostanîya Rebbê xwe gihaşte felaha bê dawî.

Delalê min!

Vê bizane, dinya dem û dewrane.

Te seh nekir, mesela Hezretî Mûsaê Kelîmûllah û Fîr’ewn.  Fîr’ewnê Misrê li ser xewnekê emrê qetla temamê zarokan dabû. Hezretî Mûsa jî zarokekî biçûk bû. Bi tirsa ku wê bê kuştin, dîya wî ew berda çemê Nîlê. Bi îzna Xweda Mûsayê biçûk, delalê diya xwe, gihaş qeraxê koşka Fîr’ewn. Asîye Xanima Fîr’ewn, ew hemêz kir, lê xwedî derket û wî di koşka Fîr’ewn de heta di paşila wî de mezin kir. Piştî Xweda ew bi pêxembertî wezîfedar kir, li Fîr’ewn jî teblîxa rêya Heq kir.  Belê Fîr’ewnê pozbilind vê qebûl nekir û da ser pişta Hezretî Mûsa û rêhevalên wî. Hezretî Mûsa berê xwe da bibal Behra Sor. Wexta hat ber Behra Sor bi fermana Xweda gopalê xwe li behrê xist. Behra Sor bû du şeq û ji wan re  rê vekir. Hezretî Mûsa û rêhevalên xwe derbasî qerexê din bûn, Fîr’ewn jî tevlî artêşa xwe da pey wan. Belê fermana Rebbê Zulcelal, Behra Sor li wan hate xezebê. Gotina Fîr’ewn ya dawî: Min îman bi Rebbê Mûsa anî… Belê îman anîna wî ew nekir ji kesên xelasker. Jibo Fîr’ewnê pozbilind, zivistana bê dawî, ‘ezabê bêdawî dest pêkir.

Berxê Bavê Min…

Vê bizane, dinya dem û dewrane.

Ez dibêjim bê guman te mesela Pêxemberê axir zeman, delalê dilan Hezretî Mûhemmed (sxl) seh kiriye. Ku hê nehatibû dinyê sêwî ma. Mûhemmedê Emîn (sxl) şeş salî bû, dîya wî jî koç kir ji dinyê. Wexta bi pêxembertî dest bi teblîx û da’weta bibal dînê Xweda kir, tu ezîyet neman ku nehat serê wî. Heta bû mihacir ji welatê xwe derket. Belê me got, dinya dewran e, dem diqulupe. Dema Xweda hêz û qewetê kir para wî temamê muşrîkan serî pêl kir, çok şikandin le hember wî. ‘Îzzet û şeref her daîm para Xweda, Pêxemberê Xweda û Mu’minan e. Ligel vê zelîltî û xusranî daîmen para zaliman, ehlê kufrê û xeraban e. Dîrok careke din xwe nû kir, zivistan careke din hukmê xwe xelas kir, şev careke din qedîya. 

Şîrînê Min…

 Vê bizane, dinya dem û dewrane.

Dibe, îro hikmê xerabîyê tê ajotin. Îro li ser ehlê Heq hikmê zivistanê hakim e. Belê tu vê baş bizane, ne zivistan daîmî zivistan e, ne jî şev daîmî şev e. Şeveqa bihara me nêz e. Dengê lingê hespan tên ji dûr ve. Xelaskarê ummetê milê xwe hildane. Xewa çavên ehlê xerabîyê direve. Tirsa wan ev e. Vê bizane… 

Ça’vê Min…

Vê bizane, dinya dem û dewrane.

Çavên xwe veke û li derdorê xwe binhêre. Ka ew zivistana cemed. Nema hukmê xwe berdewam bike. Dem guherî, temaşeke li nêrgizan, sosinan, gulbaxê biheşta vê dinyê. Dem dema bihar û havînê ye. Pacê xwe veke bila bîna gulan dakeve hundurê xana te. Ne tirse ji ‘ewrên ku birûskan davêje. Ev deng, dengê rehmetê ye.

Di debarê nivîskar de

Têhev

18

Gotar

Ê Berê Bizmarê Teşîyê
Ê Li Pey ROVÎ DE’WA ŞÊRÎTÎYÊ DIKE

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.