STÊRKÊN ASÎMANÊ BOTA MELA HUSEYNÊ SÎSEMÎ

Article

Hinek kesayetên bê hempa hene, sedan salan carekê peyda dibin. Seyda Mela Huseynê Sîsemî jî, yek ji wan kesayetane. Seyda bi exlaqê xwe yê helîm, bi teqwa û bi zuhda xwe, bi dilnizmiya xwe û bi îlmê xwe ê kûr, weke stêrka li asîmana, rênas û rêberê civaka xwe bû. Kesekî li cem seyda rûniştibe û guhdarî nesîhetên seyda kiribe, bê guman dersên nayêne jibîrkirin, ji seyda girtine. Ji xwe seyda bi halê xwe, ders û nesîhet bû.

Mela HUSEYNÊ SÎSEMÎ KÎYE

Mela Huseynê Sîsemî sala 1923 ya de li gundê Meytîs hatiye dinyayê. Meytîs gundekî girêdayê Berwarya (Xesxêr) Sêrtê ve ye. (Ev gund li serê çiyayekî asê ye û dibe ku hetanî niha jî rêya erebeyan neçûbe gund.) Navê bavê seyda, Mela Ebdulxefar bû. Mela Huseyn hê nehatî dinyayê bavê wî Mela Ebdulxefar di navcîtîyê de tê kuştin. Mela Huseyn bi sêwîtî li dinyayê çavê xwe vedike. Bi tinehî û tengasiyade jiyana xwe didomîne. Ji bêîmkaniyê, diya wî jî ne dikarî xwedîtiyê lê bike. Belê keçmama wî Helîme xistiye bin himaya xwe û xwedîtî lê kiriye. Seyda sêwî û êtîm mezin bûye. 

FEQATÎ Û TEHSÎLA WÎ YA ÎLMÊ

Seyda di 7 saliya xwe de dest bi xwendinê dike. Li cem Mela Menûh, li gundê Hêşeta Berwarya, paş xwendina Qur'an û mewlûd û kitêbên sereke, diçe gundê Sîsema Şêrwa li cem seyda Mela Reşîd dest bi feqatiyê dike. Li cem seyda Mela Reşîd kitêbên xwe pêşve dibe. Paş hingê diçe cem Şêx Es'edê Berwarî, bavê Şêx Muşerref dixwîne. Ji xwe ew û Şêx Muşerref hevaldersê hev û destebirayê hev bûn. Paş hingê Mela Huseyn, ji bonî xwendina xwe bidomîne, diçe Cizîrê li cem Şêx Seyda. Belê ev sal salên xelayê bû û kesekî ne dikarî ratiba bidine feqehan û feqe jî nema bikarin bixwînin û feqeh tev diçine malên xwe  Belê Şêx Seyda ji ber ku halê Mela Huseyn dizane, wî dişîne Firfilê li cem seydayê Mela Ebdullah. Çendekî li wê derê dixwîne û paş hingê diçe Sûriyê li cem Şêx Îbrahim heqîyê Basretî û paşê jî li cem Mela Mihemedê Zivingî ders distîne. Dawiyê de diçe gundê Oxîna Bedlîsê û li wê derê xwendina xwe didomîne. Belê xela ye û herkes birçîye. Seyda perçekî nanê ji bonî mişkan jehrîkirî dibîne û di avê de nerm dike û dixwe. Bi xarina vî nanê jehrîkirî, nexweş dikeve. 

Mela Huseynê Sîsemî, çaxê li Oxînê li cem Şêx Xalid ê Oxînî xwendina xwe temam dike, diçê li gundê Ewzina Şêrwa dest bi Melatiyê dike. 

Mela HUSEY Û ÎNTÎSABA WÎ YA TESEWUFÊ

Ewîl intisaba wî bi Şêx Fethullahê Werqanisî re çêdibe. Paş wefata Şêx Fethullahê Werqanisî, dibe muntesîbê seydayê xwe Şêx Xalid ê Oxînî. Şêx Xalid jî, hem îcazeya îlmê û hem jî îcazeya xelîfetiyê dide Mela Huseynê Sîsemî. Belê Mela Huseynê Sîsemî tu carî bi Şêxanî xwe nedaye nîşandan. Her û daîm bi medrese û îlmê mijûl bûye.

Paş salekê Melatiya Ewzinê dihêle û diçê li gundê Sîsem dibe Melayê gund û hetanî dawiya umrê xwe, li vî gundî, di medreseyê de bi tedrîsatê meşxûl dibe. Seyda li Sîsem dizewice û çar kur û çar keç jerê çêdibin. Mela Ebdurehman, Mela Ebdurehîm, Mela Ebdulxefar û Mela Taqyedîn kurên Seydane. Belê mixabin rojekê ji rojên remezanê nêzî fitarê lehî radibe û Mela Ebdurehîm û maliyên wî li ber lehiyê dikevin û wefat dikin. Seydayê dilbikul  li vê jiyana xwe ya bi tengasî, gelek Seyda û Feqî rakirine û paş xwe de jî medrese û îlmekî carî hiştiye.

Dawiya umrê xwe û paş wefata destebirayê xwe Şêx Muşerref, her û daîm li benda mirinê maye û xwe ji mirinê re amade kiriye. Bi vê minasebetê, tirba xwe bi deste xwe kolaye û her roj hinekî zemanê xwe di nava vê tirbê de bi xwendina Qur'anê derbas kirîye. 99 sal umrekî bi bereket, paş çend rojên bi nexweşiyekê pirr giran roja 17,07,2021 ê ji vê dinya fanî, vedigere bi bal dinya ebedî ve. Rehmet û razîbûna Xweda lê be û cihê wî Cennet ebedî be...

 

Çavkanî: Ev agahî ji malpera "AY YÜZLÜ SEYDALAR DİYARI" jı Seyyîd Nûreddîn Ay, bi kurtahî hatiye girtin. Sipasiya wan dikim mala wan ava be.

Di debarê nivîskar de

Têhev

24

Gotar

Ê Berê Ezîzê Tewbedar û Êhlê Xweda û Munevver
Ê Li Pey SERENCAMA MEDRESEYAN LI HERÊMA BOTAN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.