LI SER PIRSGIRÊKA KURD

Article

Kurd, Tirk, ‘Ereb û Faris, zêdeyî hezar sal e ku tevlî hev jîyana xwe didomînin. Di navbera vî zemanî de yekbûna dîn, dîrok, çand û ‘erdnigarîyê yên van milletan, ew mecbûr kirine ku bi hev re bijîn, bi hev re alîkarî bikin û piştgirîya hevdû bikin. Van milletan bi fehmberîya vê mecbûriyeta dîrokî,  li hemberê hev mesûliyetên xwe bi her awayî bi cî anîne û li ser vê rewşê hebûna xwe domandine. Lê belê ya ku yekîtî û biratîya van milletan qedand neteweperwerîya ‘esra paşîye.    

Her çiqas maî’dê Tirk, ‘Ereb û Farisa di neteweperweriyê da zêde bûbe jî milletê Kurd, wek wan havilperestî nekiriye û ji ber şu’ûra xwe ya Îslamî, cihêbûn nexwestiye. Lê belê ev xesleta Kurda ku mîsala fezîletê ye, ji teref neteweperwerên Tirk, ‘Ereb û Farisan ve bi cezabûnê hatiye xelatkirin. Sînorên navbêna wan ku ji alîyê emperyalîstan ve hatine xêzkirin, li cem wan kesan bûne sînorên mubarek û muqeddes.

Li dewletên ku Kurd di wan da bi jimareke zêde dijîn, nihêrtina îdarevanên wan der heqê Kurdan de ew e ku Kurdê li nav wan ji şu’ûrekî siyasî dûr bin û xwedî profîleke heşifandî bin. Çi wexta Kurdan, ji van dewletên ku neteweya xwe teqdîs dikin, heqq û huqûqên însanî yên esasî, bi misêwabûn û ‘edaletê xwestine û qebûlkirina hebûna Kurdan a siyasî û temsîlîya Kurdbûnîyê ya dilê xwe anîne ziman, sûcdar bûne bi veqetandina ji ummetê.  Lê belê çi ’ecêb e ku bîst û pênç dewlêtên Tirk û ‘Ereb û Farisan çê kirine, nebûye sebebê pelişîna ummetê. Emma Kurdên ku li çar perçê ji hev cuda dijîn bixwazin bibin dewlet, ev dibe sebebê pelişandina ummetê.  Kes tiştekî ji vî fêm nake, ev çawa dibe?

A rast, li holê senaryoyek digere. Li gor vê senaryoyê tiştê ji Kurdan re dixwazin ew e ku Kurd di bin hakimîyeta Tirkan, ‘Ereban û Farisan de bijîn, li hember înkar û asîmîlasyonê dengê xwe nekin, menfîetê wan gellan wek menfîetê ummetê qebûl bikin û xizmeta ji gellê serdest re wek ‘îbadet bi cî bînin. Kurdên li hember vê rêbazîya wan rabûne, duçarî dijminantî û êrîşên wan bûne û hatine qetilkirin da ku ev deng ji binî de bê birîn

Di encama vê siyasetê de, bi destê hinek kesayetên ku ji teref emperyalista hatine xweykirin tovê neyartîya Îslamê avêtin nav Kurda û piştî demekê lebatên ğeyrî Îslamî di nav Kurda de bûne xwey qûwwet. Îdarevanên bê besîret jî tekoşîna li hember tevgerên ğeyrî Îslamî yên ji teref emperyalîstan ve bi çek, pere, medya û îstîhbaratê hatine teqwiyekirin, li ser esasekî asayî nemeşandiye. Bi rêxistinên ku di destê wan de çek hene ketine bazara maf û huqûqên Kurdan û bi vî hawî Kurd avêtine paşila wan rêxistin û komelan. Hetta hinek sazîyên îdeolojîk ku dewlet li pişta wan e, tekoşîna li hember terorîzmê û Kurda yek dibînin. Li cem wan sazîyên xerifandî “teror” û “Kurdîtî” tê yek me’neyê. 

Îro di vê demê de îdî pirsgirêka der heqê Kurdan de, ji sînorê dewlêtên ku tê da dijîn bihurîye û bûye pirsgirêka herêmê, hetta bûye pirsgirêka Rojhilata Navîn û a dunyayê. Ev pirsgirêk îro bûye navend ji bo ‘eleqa dewlêtên emperyalîst. Dewlêtên emperyalîst wek Emerîka, Rûsya û Ewrûpa, li ser Kurdên ku ji teref birayên xwe ên Musluman ve ji heqqê xwe hatine mehrûmkirin dixebitin da ku Kurdan, bi wasîteya rêxistinên ğeyrî Îslamî li ser armanca xwe ya xerab bidin şiğulandin.   

Çiqasî çareserkirina vê pirsgirêkê li hêvya emperyalîstan nehêlin, biqasî ji Kurdan re kesbeke mezin be, ewê ji bo Tirk û ‘Ereb û Farisan jî ewqas kesbeke mezin be. Yan na ewê emperyalist, bi çek û pere û medyayê piştevanîya van rêxistinên ğeyrî Îslamî ku kole û xizmetkarên emperyalîstane bikin û li ser neteweperwerîya milletê Kurd Tirk, ‘Ereb û Farisan ji hev re bikin neyar. Demeke bi şûnde ev weziyet, ewê bibe sebebê neyartîya nav gellan û ewê herêma me bike cîyê agir.   

Li dewletên ku Tirk û ‘Ereb û Faris tê da hukum dikin, aqilmendên ku ji îdarevanên wan re stratejiya çê dikin, pêwist e ku ew û îdarevan îdî hişê xwe bidin serê xwe û ferqê bixin nav wan tevgerên ğeyrî Îslamî û Kurdên li nav wan dijîn. Lazim e vana ji hev biqetînin. Îro zeman ew zeman e ku wan heqq û huqûqên Kurdan ku ji berê de Kurd tînin ziman û tev jî însanî ne, Îslamî ne mîna perwerdehiya bi zimanê dayikê, li gorî wekhevî û ‘edaletê, bê bazar û bê cebr bînin cî û bi qanûna esasî nas bikin. Yan na ewê pirsgirêka Kurd, di destê emperyalistan de bibe qoz û her ku biçe ewê zexm bibe û rê ji emperyalîstan re veke ji bo di ‘erda me da hespê xwe bidin bazdan.

Çareserîya herî baş ew e ku pirsgirêka Kurd, hewaleyê emperyalîstan nebe, li ser esasê huqûqên însanî ên cîhanşumûl û li ser esasê Îslamiyetê, heqq û huqûqên ku Kurd tînin ziman bên dayîn.  

           

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Ê Berê Zilamê Kerr û Cîranê Wî Yê Nexweş *
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.