Eserek Nemir "Nehcul Enam"a Seydayê Mela Xelîlê Sêrtî

Article

 

"Nehcul Enam" yek ji telifatê seydayê Mela Xelilê Sêrtî ye. Kitabek bi Kurdiya Kurmanci ye, mesnewi ye. Seyda kîtaba xwe ligor behra muteqariba meqsûr nezm kiriye. Wezna wê ev e:

Fe'ûlun fe'ûlun fe'ûlun fe'ûl  /  fe'ûlun fe'ûlun fe'ûlun fe'ûl

Me'na "Nehcul Enam" çewa ku seydayê Mela Ehmed jî di paşî ya "Rehberê 'Ewam" de gotîye: Rêya mexlûqan e. Hatîye telîfkirin jibo kesê ku nû dest bi medresê dikin weya Qurana Kerîm qedandine xwe hînî meselên dînî dikin.

Di ansîklopedî ya Îslamî ya Dîyanetê de cîld: 30, sehîfe: 251 dibêje ku "Nehcul Enam" ewul bi xetê Mustefa Helîm hatîye nivsandin û di sala 1337 yê hîcrî de hatîye weşandin. Paşê ji teref Muhemmed Remezan ve li Dimeşqê di sala 1957 a de hatîye çapkirin. Hem Ehmed Hilmî Qoğî jî bi navê "Rehberê 'Ewam" wê bi Kurdî şerh kirîye. Ez dibêjim: Seydayê Mele Musayê Celalî û Seydayê Mela Zeynul 'Abidîn amidî jî bi 'erebî li ser şerh çêkirine. Wekî dî hevalê min seydayê Mele Bîlal ji min re te'lîqatnî bi 'erebî li ser hatine çêkirin şand û got van te'lîqata ê seydayê Mele Xelîl bixwe ne. Di vê nusxê de beytek zêde heye. Ew jî ev e:

 Di hingama nez'ê me hişyar bikey   /  le'înê munafiq jime dur bikey

"Nehcul Enam" 'îbaretê ji 271 beyta ye. Beyta wê ya ewul eve:

Tu guhdêre nutq u beyan a fesîh  /  jibo ferd u 'eyna ne merdê melîh

U 'îbretê ji 22 mebhesa ye. Mebhesê wê a reîsî 'eqîde û tesewwuf û adab in. Lê di nav van mebhesan de gelek mebhesê dî jî hene. Yanî hemû meselên lazim tê de civandîne. Wan agahîyê dînî ku têne guhê me gelekê wan tê de hene û belkî bi xêra wê van agahîya di nav milletê 'ewam de sağ mane û gihîştine roja me. Heta rojekî seydayê Mele Muhemmed Mizgîn di sohbeteka xwe ya bi min re wuha got: "Min Nehculenam xwend paşê ez derketim feqetî yê, di feqetîyê de min hewqas kitêbê 'eqîdê xwend jî hîna jî 'eqîda min 'eqîda Nehcul enamê ye." Min bihîst ku Bavê min î rehmetî Şarihê Nehcul Enamê Seydayê Mela Ehmed el Qoğî di heqê Nehcul Enamê da gotîye: "Tiştekî Nehcul Enamê ku muxalif be ji Quran û Sunnetê re tune."

Tercemeyên "Nehcul Enamê" sê hebin. Yek menzûm e, Seydayê Mela Muhemmed Şerîf Aslan girtîye qelemê. Dido jî mensûr in, yekê Serkan Tekîn  yekê jî 'Ebdûl Hemîd Cewzî nivsandîye.

Seydayê nazim gotîye: Min telîfa vê kîtabê kirîye bi emrê birayê xwe jibo zaroka. Seydayê Mela Ehmed dibêje: Birayê wî Mela Îsma'il Kêbikî ye. Ez dibêjim: Lê di heqîqet de gelek meselê wê ji taqeta zaroka derin. Weke behsa sifatê Xudê Te'ala û tewîl a nusûsa û heyûla û te’yînkirina îmam û cuzê îxtîyarî û behsa îcma'ê û hinek nexweşî yên dil. Hem wek meratibê nefsê û gelek meselê dî di behsa wezîfê 'azayan de ku zarok pêre ne 'eleqedar in. Ancax em dikarin bêjin ku murada seydayê nazim bira van meseleya ji vê gavê ve di zêhnê zaroka de cîh bigrin û hazirî kî çê bibe jibo kitêbên ku wê di pêş de bixwînin. Da ku bê serî nekevin nav wan meseleyên wanî kûr. Hem bira ji niha de guhê wan bi'elime hinek te'bîra. Weke sifatê selbîye û zatîye, şemailê Peyğember û wuha renge tamamê te'bîrê di nav kîtabê de; erê lazime li zarokan ku 'eqîda xwe nas bikin, firqên heq û batil ji hev ferq bikin, hem mezhebê xwe zanibin û îmamê mezhebê xwe nas bikin, da ku nekevin rêyên çepel û batil.

Telîfatê seydayê nazim gelek in, lê ji teva ya ku bêtir tê xwendin u îst'imal dibe "Nehcul enam"a Kurdîye. Li çar alîyê Kurdîstanê tê xwendin. Di mala temamê Musulmanê Kurdên meşxulê bi 'ilmê tu karî bibînî. Hatîye dereceka wusa îdî melayê me di civatan da bi beytê wê nesiheta li milletê xwe dikin. Heta seyayê Bedî'uzzeman jî di rîsalê xwe de di "Mektubat" ê de mektub a 15 a wesfê seydayê Mela Xelîl dike û beytek ji Nehcul Enamê mîsal tîne di heqê herba sehabîyan de. Beyta wê ev e:

Ji şerr ê sehaban meke qal u qîl  /   lewra cennetîn e qatil û hem qetîl

Lê kesê haydarê ji Nehcul Enamê dizane ku di vê beytê de guherîn heye.

Sebebê vê ist'imala zêde ev e ku di rêzkirina kitêba de ya çara ye. Rêza kitêba bi vî hawî ye: Piştî elifbêtkê Qurana kerîm, Mewlûda Seydayê Bateî, 'Eqîda Îmanê, Nehculenam. Sebebê ku di ya çara de ye lewra bi nisbet bal berjêrê xwe kitabek dirêj e û zarok jî hinek qedeme qet kirîye û fama tiştna dike, hatîye dereca ku tu jê re meseleya îzah bikî. Û Nehculenam bibal berjorê xwe kitabek kurt e. Lewra kesê ku 'Erebî di medresan de xwendine dizanin ku van meselên di Nehculenamê de hene bi nezer bal kitêbê dirêj ve wek dilopê baranê ne bi nezer bal behra ve. Seyda di nehculenamê de ji wan kitêba, qetre qetre rahiştîyê û kitêba xwe telîf kirîye. Yanî Nehculenam di navbêna kitêbê berjêrê xwe û berjorê xwe de wezîfa pirê dibîne. Lê bivê nevê meriv di sen'etê xwe de ji kesê berya xwe muteessir dibe. Seyda jî di sazkirina hinek beyta de di bin tesîra Şêx Ehmedê xanî de maye. Ezê vê behsê bihêlim ji "'Eqîde ya Şêxê Xanî" re. 

Seyda Nehculenamek bi 'Erebî jî telîf kirîye. Ew jî menzum e û mesnewi ye. Mebhesê wê jî ji mebhesê Nehculenama Kurdî ne dûr in. Heta em dikarin bêjin bi temamî weke hev in. Lê ji ber ku ‘Erebî ye û 'Erebî jî ne zimanê welatê me ye cîhê Nehculenama Kurdî ne girtîye.

Zimanê seyda di nehculenamê gelek hulu u şêrîne. Rî'ayeta zimanê medresa kirîye. Purê te'bîrê wê bi 'Erebîne. Heta sername ya bi temamî bi 'Erebî danîye. Lê lehca wî lehca ehlê botê ye.

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.