QÎMETA BAVAN

Article

 

Zilamekî ku 'emrê wî gelek bi pêş ve ketibû hebû. Û evî zilamî ji wexta xortanîya xwe heta ku pîr jî bibû ji xwarina donera berxê pir hez dikir.

Rojekê dîsa dilê wî pirr diçe donerê. Kurê wî vê daxwaza wî fêhm dike. Û radibe bihevre diçin xwarinxaneke pirr bi nav û deng. Lawik ji xwaringêr re dibêje: “Ji kerema xwe re ji me re donerekê bîne.” Xwaringêr daxwaza wan bi cîh tîne. Zilamê extiyar serê ewil dixwaze ku bi destê xwe xwarina xwe bixwe. Lê belê ji ber extîyarîyê nikare bi rihetî bixwe. Destê wî dilerize xwarinê dirijîne bi ser xwe de û rûnê xwarinê diherike ser rûyê wî û cilûbergên wî dilewitin.

Ji ber ku ev xwarinxane navdar bûye mişterîyê wê jî kesên qurre û ji xwe hizkirî bûne. Tiştê ku vî extiyarî dike li ber çavên wan diqewime. Hinek ji wan dilê wan li hev dikeve, hinek jî madê xwe dikin. Lawik van tevgerên van nake xem. Radibe bi bêhna fireh xwarinê hino hino dide devê bavê xwe.

Piştî ku lawik xwarina bavê xwe didiyê radibe dikeve milê bavê xwe wî dibe destşokê. Dest û serçavê wî dişo. Cil û lîbasê wî pakij dike. Porê wî şeh dike. Berçavka wî pakij dike û dixe çavên wî. Dûre dikeve milê bavê xwe û berê xwe didin derve.

Hetta ku dertên jî temamê nêrînên mişterîyê xwarinxane li ser wan bûye. Di ber xwe de jî henekên xwe bi wan dikin. Lê belê lawik qet guh nade van bûyeran. Tim û daîm di ber xwe de dibişire. Lewra ji ber ku bavê xwe kêfxweş kirîye dilşad e.

Lawik diçe ber qasê ji bo hesabdanê. Heqê xwe dide berî ku derkeve derve zilamekî extîyar gazî lawik dike û dibêje:

-Biraziyê min gelo te tiştekî xwe li vir ji bîr nekir?

 Lawik hinekî difikire û dibêje:

-Apo bi qasî tê bîra min min tiştekî xwe ji bîr nekirîye.

Zilamê extiyar dibêje:

-Na na biraziyê min xeletîya te heye! Te li vê derê tiştekî pir girîng ji bîr kirîye.

Lawik ecêbmayî dimîne û dibêje:

-Apê min! Gelo min çî xwe ji bîr kirîye, min dîsa fêhm nekir.

Zilamê extiyar dibêje:

-Te ji bo temamê zarokan ders û îbretê başîyê û ji bo temamê bavan jî hêvî û umîdên qenciyê li vir ji bîr kirîye.

Serê temamê mişteriyên ku li xwarinxanê bûn ji fedîyan ketibû ber wan. Bêdengîyeke werê çêbibû te digot qey dinya lal bûye. Ê ku gava dinê henekên xwe dikirin li hev soromoro bûbûn.

Ma qey ji bîr kiribûn ku bav ji bo wan sitargeha herî girîng bû. An jî ma qey nedihat bîra wan ku wexta zarok bûn digotin:

-Bavo min bibe dikanê...

-Bavo ji bo mektebê pere lazim e...

-Bavo ez û hevalên xwe emê herin gerê pere bide min.

-Bavo îro salvegera rojbûna min e ka te ji min re çi dîyarî kirîye...

-Bavo ez nexweşim min bibe nexweşxane...

Lê belê dibe ku ti rojî negotibûn:

-Bavo piştî ku ti li kêleka min î ji min re xem tune, derd û elemên min bi te diqedin.

-Bavo sekinandina li kêleka te ji temamê xezîneyan bi qîmettir e.

Dîsa dibe ku rojek ji rojan negotibûn:

-Bavo gelo daxwazeke te jî ji me heye?

Tim û daîm jê re behsa kêmayîyê xwe kirine. An jî daxwaza tiştên ku dixwastin bibin xwediyê wan.

Belê xwendevanên hêja! Serpêhatiya ku me li jorê nivîsandîye dibe ku ji me re wekî çîroka be. Lê belê ev heqîqeteke jiyana me tevan e... Derheqê qîmeta bavan de hetta ku neyê serê meriv, meriv nakeve berê.

Helbet ji bo kesên bawermend zanîna qîmeta dayîkan ferz e û ji teref dînê Îslamê hatîye tewsîyekirin. Pêwîst e ku meriv vê nesîhetê bi kar bîne.

Lê di nezera min de bav sitûna malbata ne. Eynî wekî çîya ne. Lê belê çi heyf ku zarok vê heqîqetê gava ku bav wefat dikin fêhm dikin. Lewra piştî ku bav ji nava malbatê diçe her bira û xwîşkek dibe bi serê xwe dibêjin mezin ezim...

Îja xwezî bi wan kesan ku hêja bavên wan sax in û qîmeta wan bizanibin.

Ez vê nivîsê dîyarî dikim ji temamê kesên ku bavên wan wefat kirîye û hesreta bavê xwe dikişînin re.

Di debarê nivîskar de

Têhev

13

Gotar

Ê Berê EBÛ TALIB XWEDÎYÊ WEFAYÊ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.